Enwer Muslîm; Gel, YPG û YPJ li Kobanê şer dikin

Enwer Muslîm; Gel, YPG û YPJ li Kobanê şer dikin

Bi rêya Telefonê peywendîyê ligel Enwer Muslim dikim, derbarê pêşhatin herî dawî çend pirsan jê dikim, zêdetirî 13 rojane herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji çend aliyan ve rûbirûyî êrîşa duyem a çekdarên DAIŞ`ê bûye, lê îcar bihêztire û ji çend eniyan ve. Vê yekê kir ku jin, mêr, genc û pîr ji bo berevaniyê li bajarê xwe bikin, çek hilgirtine û beşeke mezin ji xelkên vî bajarî koçberî Bakurê Kurdistanê bibin.


Bajarê Kobanê navenda Kantoneke bi heman navî ye, dikeve navbera kantonên Efrîn û Cizîre de.

Rêveberiya Kantona Kobanê ku ji aliyê PYD`ê ve hatiye damezrandin, rola hikumeta demkî li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê  radibe û ji 22 wezîran pêkhatiye û erka rêvebirina wê jî, bi Enwer Muslim hatiye spartin.

Li ser şerê Kobanê, min ji Enwer Muslim derbarê pêşhatên herî dawî pirs kir, wî got:`Ev 13 rojin şerekî giran di navbera YPG û çekdarên DAIŞ`ê de berdewame, li hemû sînoran şer heye, li hin cihan tenê 5 km ji hev dûrin, niha li başûrê Kobanê şerekî giran heye û YPG`ê karîbû çend şûnan ji çekdarên DAIŞ`ê bistîne û di wî şerî de, hejmara kuştiyên DAIŞ`ê pir bûn.

 

Dêrsim Oremar

 

Roja 17ê Îlonê Kongressa Amerîka, bi pejirandina pirojeyasayekê, rê da Obama li dijî DAIŞ`ê hêz bikar bîne û alîkariya grûpên mixalefeta lîbral a Sûriyê li dijî Beşar Esed bike, lê heta niha PYD`ê d, lîsteya alikariyan de cîh nagire.

Li ser vê mijarê, min ji Enwer Muslim pirsî, Çima Hevpeymaniya Navdewletî wek pêwîst alîkariya Rojavayê Kurdistanê yan xelkê sivîlên Rojavayê Kurdistanê nake? Muslim wih bersiv da: `Heta niha alîkarî ne ligor astê pêwîst bû, em li benda alîkariyane û dibe di rojên bên de alîkarî bighêje me`.

Behsa êrîşên esmanî yên Hêzên Hevpeyman bi serkêşiya Amerîka li dijî DAIŞ`ê tê kirin, lê berdevkê YPG`ê Polat Can ragihandibû ku, êrîşên ezmanî yên hevpeymanan li dijî DAIŞ`ê li derdora Kobanê, tu bandorekê li ser wê grûpe nekiriye, heman pirsê ji Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim dikim:` Ew Hevpeymana ku li DAIŞ`ê dixîne, bi giştî cihê razîbûnê ye , lê derbarê Kobanê û derdora wê de heta niha wan êrîşan tu bandorek li ser DAIŞ`ê nekiriye.
Hewlesta aliyên Kurdî

Metirsiyên êrîşa vê carê ya DAIŞ`ê li ser Kobanê, kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Gel HPG`e Murad Karayilan rabighîne û bêje :` Ew pişta YPG`ê bernadin`.
Her di vê derbarê de, piraniya part û aliyên sîyasî yên Bakur , Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku, ew piştgêriyaxelkên Kobanê dikin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di daxuyaniyekê de ji raya giştî re daxwaz kir ku, hemû nakokiyan bidin aliyekî û berevaniyê li xelk û jiyana welatiyên Kobanê bikin. Lê rewşa cografî ya Kobanê arîşeyeke mezine, bo gihandina alîkariyane.

Li ser vê mijarê Enwer Muslim got: `Heta niha yên şer kirine tenê xelkê Kobanê ne Hêzên YPG`ê û PYD`e ne û hin gencên Bakurê Kurdistanê geheştine me û di berevaniyê de beşdarî kirine, herwiha xelkê Bakur li ser sînor bi çalakiyên cuda alîkariya koçberan dikin, lê derbarê birayên me li Bşûrê Kurdistanê, heta niha tu hêza wan nehatiye, ew alîkarî û hevxemî nabe tenê di çarçoveya daxuyaniyan û şermezakirinê de bimîne, niha pêwîstiya xelkên Kobanê bi alîkariyê heye û egera komkujiyê jî heye, çawa Helebce û Enfal birîna her Kurdekî ne, divê bi wî çavî jî li Kobanê binêrin, em di hemû waran de çaverêne ku, ji her hêz û aliyekî sîyasî û lobiyên Kurdî , çi di warê dîplomasî de , çi di warê alîkariyên mirovî û alîkariyên leşkerî de, ji me re werin.
Giringiya Kobanê

Pirsyarek bihêz û girîng dikev rojevê ew jî ewe ku, giringiya Kobanê bo DAIŞ`ê çiye, ku ev qas êrîşî dike û dixwaze bixîne bin kontrola xwe?

Kontrolkirina Kobanê ji ber wê yekê girînge ku, him karîna livîna DAIŞ`ê li rojhilatê Kobanê û li rojavayê wê jî zêdetir dike û him jî bo rûbera ciyogirafiya bin kontrola wê  rêxistinê zêdetir dike, bi kontrolkirina  Kobanê qelata Rojavayê Kurdistanê dikeve û ji Girê Spî (Tel Ebyed)ê û ta Karqamîşê, sînorên navebra Tirkiye û Sûriyê dikevin destê DAIŞ`ê, bi kontrolkirina Kobanê DAIŞ deriyê sînorî yê Murşid Pînar yê li ser sînorên bajarokê Pirsûsa Rihayê yê Bakurê Kurdistanê dikeve destê DAIŞ`ê, him bo bazirganiyê û anîna tiştan û him bo derbasbûna endaman û veguhestina birîndaran bo Tirkiyê pêwîstî bi wan deriyan heye.

Herwiha bi kontrolkirina Herêma Kobanê bi temamî Kantona Cizîrê û Efrînê ji hev tên birîn, hem jî dikare guvaşên xwe bo ser bajarê Helebê zêde bike.
Rolê Tirkiye

Rola Tirkiyê di alîkarîkirina DAIŞ`ê de neveşartiye û tê gotin ku, Tirkiye bi DAIŞ`ê şerê Kurdên Rojava yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve dike û naxwaze herêmeke defakto bikeve dest Kurdan, herwiha Tirkiye dixwaze li ser awayê hikûmeta bê ya Sûriyê rola wê hebe, xaleke din ku  Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Urdunê  li ser hevbeşin ewe, ku dixwazin Îran li deverê qelis bibe û heta niha div ê xalê de bi ser nekeftine.
Her di vê derbarê de, min pêwendî bi Hevserokê KCK`ê Cemîl Bayîk re kir, di daxuyaniyekê de ragihand ku, tiştek bi navê Pêvajoya Aştiyê di navbera wan û Tirkiye de nema ye.

Her li ser vê mijarê , Enewr Muslim jî got:` Çend alî di nav Hikûmeta Tirkiye de hene, bi nihênî alîkariya DAIŞ`ê dikin, bi taybet hesankarî bo derbasbûna çekadarên ku ji Ewropayê tên bo nav DAIŞ`ê.

Piştî azadkirina dîplometên tirk, ku di destê DAIŞ`ê debûn ev rastî zêdetir aşkere bû, ku bi rêkeftin hatiye encamdan, azadbûna dîlan bû cihê xweşhaliyê, lê ne li ser hesabê qirkirina 600 hezar kesên sivîl û bê tawan.

Herwiha Muslim daye zanîn ku, piştî ku Tirkiyê piştgîriya xwe bo lêxistina DAIŞ`ê ragihand, wek Kantona Kobanê, me daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku, divê bi kirde bo lêxistin û lawazkirina DAIŞ`ê alîkariya me bike.
Çavkanî; BasNews