Erdogan gef li BDP xwar

Erdogan gef li BDP xwar

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kir ku ew vê gavê der bare daxuyaniyên Ocalan de tiştekî nabêje. Erdogan her wiha li ser rexneyên Demîrtaş yên der barê wezareta dadê de jî axivî û ragihand ku, heger peyam di vê aste de bin dê cardin navbera Wezareta Dadê û BDPê de pêwendî nemînin û hevdîtin pêk neyên.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan îro danê sibê li mizgefta Mîmar Sînan a Stenbolê nimêja cejna Qurbanê kir û piştî nimêjê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li gorî ajansên Tirkiyê, Erdogan li ser daxuyaniyên dawî yên Ocalan ku daxwaza muzakereyên watedar kiribû, tiştek negot û diyar kir ku ji ber ku heta niha agahî negihîştine wî nikare tiştekî bêje.

Erdogan her wiha li ser daxuyanî û rexneyên hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û neçûyîna Demîrtaş bo Îmraliyê jî axivî û diyar kir ku divê BDPê haydarî peyam û daxuyaniyên xwe be da ku navbera wê û wezareta dadê de alozî dernekeve.

Serokwezîrê Tirkiyê hişyarî da û ragihand, eger rewş wiha bidome û daxuyanî û peyamên ku “sînoran derbas bikin û bêhna tehrîkê jê wan tê” bên dayîn hikûmet qebûl nake û îhtimal heye hevdîtinên navbera BDP û wezareta dadê bên sekinandin.

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, duh li Amedê derbarê neçûyîna xwe û pêvajoyê de gotibû, ji ber zarokatiyên hikûmeta AKPê hevdîtinên vê carê yên bi Ocalan re dereg ket.

Di şanda vê carê ya Îmraliyê de li şûna Demîrtaş, cîgirê serokê fraksyona BDPê Îdrîs Balûken cî girtibû.