Erdogan: Lihevnekirina Ocalan-Qendîl pêvajoyê dixitimîne

Erdogan: Lihevnekirina Ocalan-Qendîl pêvajoyê dixitimîne

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kir ku “lihevnekirina Qendîl û Ocalan” pêvajo xitimandiye û wiha got: “Li gorî me pêvajo didome û yên ku têk bidin dê bedela wê bidin.” Erdogan derbarê rexneyên ku li dijî Serokê MÎTê tê kirin jî wiha got: “Divê mirov pesnê wî bide nek rexne bike.”

Li gorî nûçeya rojnameya Akşam a Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan duh (24.10.2013) dema ji Kosovo vedigeriya di nav balafirê de ji bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li gorî nûçeyê, Erdogan li ser pêvajoya çareserî û aştiyê axivî û diyar kir ku xitimandina ku di pêvajoyê de çêbûye çavkaniyê xwe ji aloziya navbera Qendîl û Ocalan digire û wiha anî ziman: “Ji ber ku li gorî me pêvajo didome û yên ku pêvajoyê têk bidin dê bedela wê bidin.”

Erdogan behsa vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî kir û ragihand, digotin ti kes nemaye lê li gorî lêkolîn û raporên îstixbaratê, tenê 20%ê çekdaran derketine derveyî sînor û wiha got: “Wan (PKK) jî qebûl kir ku ev rêje derketine derveyî sînor.”

Serokwezîrê Tirkiyê her wiha eşkere kir ku ew ti carî hêzên xwe li deverên şer û pevçûnan venakişînin û bila ti kes jî daxwaza vê yekê ji wan neke.

Erdogan li ser rexne û îdiayên ku vê dawiyê li ser Serokê MÎTê Hakan Fîdan hatine belavkirin jî axivî û diyar kir ku rexne û îdiayên ku tên belavkirin, ji “Pêvajoya Oslo” ve dest pê kiriye û heta niha jî didome û wiha anî ziman: “Ji ber ku Hakan Fîdan karê xwe baş dike bi taybet di hevdîtinên Oslo û pêvajoya Îmraliyê de rolek aktîf lîst. Ji ber wê jî divê pesnê wî were dayîn nek were rexnekirin…”

Derheqê rêkeftina kirrîna sîstema parastina mûşekî digel şîrkete çînî û nerazîbûnên Amerîka û NATO li hember vê yekê jî Erdogan eşkere kir ku derbarê kirrîna sîstema parastina mûşekî de bi Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn re gotûbêj kiriye û agahî daye wan.

Serokwezîrê Tirkiyê her wiha diyar kir ku çimkî şîrketa çînî ji hemû şîrketên din fiyatek erzantir xwestiye û hemû mercên Tirkiyê qebûl kiriye pê re ketine navhevdîtinan lê eger Çîn poşman bibe dê digel şîrketên din dest bi hevdîtinan bikin û wiha got: “Lê em nahêlin ti kes pêşiya mafê serxwebûna welatê me bibe asteng.”

rudaw