Erdogan Pakêta Demokratik ragihand

Erdogan Pakêta Demokratik ragihand

Rewanbêj ji bo we berhev kir û naveroka wê weşand. Şirove û nirxandina Rewanbêj di navde nîne.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro daxuyaniya ku wekî -Pakête Demokratik- bi nav dikir ragihand.

Pakête ku eve demeke hêzên siyasî yên Tirkiyê, yên navnetewî û alîyên Kurd çavlirêbûn îro hate ragihandin. Bi qasî rojnamevan û weşangeran, siyaseta Kurd û gelê Kurd jî pakêt bi çavên vekirî şopandin.

Tayip Erdogan di ragihandina pakêta –Demokratîk- de hewil da ku hemî aliyên siyasî yên Tirkiyê û yên Kurd nerm bike. Berî hertiştî got ku ev pakêt û gavên demokratîk ne ya destpêkêye û ne ya dawiyê ye. Bi vê gotinê ragihand ku Mistefa Kemal Ataturk gavên di nirxê şoreşande avêtine. Tayib Erdogan diyar kir ku bi taybet ji bo bidawîbûna terorê, bêkanîna aşîtiya navxweyî, yekbûna civakî, bicîkirina aramîyê gavên bi vî rengî dîrokî ne û ji bo vê yekê jî bi salane hewil didin û xwe gorî dikin. Erdogan got ku ewana wesiyetên –şehîdên- xwe bicî tînin.

Erdogan got ku ewana rêka demokratîkbûna tirkiyê ya ku di salên 1950 yan de destpê kirî berdewam dikin û di van 11 salên dawiyê de bi hemî astengî û êrîşên ser wan ve, gelik reform û guhertinên mezin pêk anîne. Got ku ne tenê ji siyaset û pêşberên wan, di warê yasaya bingihîn, ji burokrasiyê hetanî civaka sivî, ji mediya yê hetanî cîhana kar, ji piştdestkirina çeteyan hetanî rêkxistinên navnetewî bi her rengî dijberiyek li himber wan hatiye kirin û bi vê yekê ve jî wana rêka xwe demonadine.

Erdogan diyar kir ku tu rêkên çekdarî û tundiyê ciyê siyasetê û aşîtiyê nagrin. Tu xwestekên maf û azadiyê bi rêkên tund û tujiyê sûda xwe bo kesekî nabe.

Erdogan diyar kir ku tiştê herî zêde li pêş wan astengî çêdike hizrên di bin sîbera tarî ya 27 ê Gulanê ne. Erdogan got ku hetanî ev hizirên di bin karîgeriya 27 ê Gulanê de ranebe li tirkî guhertin dê zehmet be.

Erdogan got ku nirxê vê pakêtê û hêjayiya wêya ew kesên ku agir ketî mala wan de dê baştir bizanin û têbighêjin.

Li ser giringiya pakêtê Erdoganî anî ziman ku ev pakêt ne encama dafdan û sextiyê ye, ev pakêt ne encama pêkhatin û pazariyekê ye. Maf û azadiyên demokratîk nabin mijara sextiyê, bazariyê û pêkhatinê. Eve 11 sale bi darê zorê me tu mafên azadiyê dernebiriye, gel çi xwestiye me ewe kiriye.

Erdogan anî ziman ku hemî şêweyên jiyanê dê dibin ewlekariya me de bin û ewlekariya me jî bi wan ve girêdayîye. Hizir, ziman, bawerî, mezheb şêweyên jiyanê dibe ku ji yek cuda be, Arîşe, kul, derd, guman rêkên pêşniyarên çareseriyê dive ku ji hev cûdabin lê piştî ku kesek zorê nedê yê dîtir em dê rêz jêre bigrin.

Em êdî dawî bi giftûgoyan tînin

Erdogan got Pêkanînên Demokratîk yên di pakêtê de beşik jê sererastkirinên yasayî jêre divên; beşê dîtir jî bi sererastkirinên îdarî, bi biryara Pêkhatina Wezîran, guhertinê rêvebirnameyê û biryarnameyê dê bêne pêkanîn.  Erdogan got ku hindek guhertinên ku hatî kirin mafên siyasî fire dikin û hindek gotubêjên van deh salên dawî êdî dê bi dawî bibin.

 

Naveroka Pakêtê

Sîstema Hilbijartinan; Erdogan li ser sîstema hilbijartinan got ku êdî gavên giring di avêjin, got ku ewana vê sîstema hilbijartinan dixine nav giftûgoyê. Erdogan got ku sîstema hilbijartinan ya ku heyî ya bi taybet piştî 12 ê Êlûnê hertim kete rojevî û bû mijara gotubêjan. Erdogan got ku ew bendava sedî 10 ya hilbijartinan ne berhemê wana ye. Erdogan 3 rêkên hilbijartinan pêşniyaz kir.

1-      Bi bendava sedî 10 dikarin berdewam bikin

2-      Dikarin bendavên daxin sedî 5 û bi hevkomekî 5 î dikarin sîstema hilbijartinê ya herêmî ku hatî tengkirin jî pêk bînin.

3-      Wekî rêka sêyemîn tevayî bendava welat bête rakirin û sîstema hilbijartinên herêmî yên teng bête pêkanîn.

Erdoganî got ku van hersê rêkan dê gotûbêj bikin û di rojên pêş me de rêka herî baş ji bo tirkiyê çibe wê sererastkirinê dê bênine meclîsê.

Arîkariya Komarê ji partiyên siyasî re; Erdogan diyar kir ku sererastkirina duyem jî di barê arîkariya Komarê ji bo partiyên siyasî ye. Got ku dê berê wê fireh bikin. Di yasaya Partiyên Siyasî de benda 1 em tête guhertinê. Asta arîkariya Partiyên Siyasî ya 7 ê dê daxin 3 yê. Partiyên ku beşdarî hilbijartina dibin yên ku ji sedî 3 ra wergirin jî dê ji arîkariya Komarê sud wergirin. Got ku ji xwebirêkxistina partiyan jî destek dê bête dayîn.

Pêkanîna sîstema Hevzerokiyê di partiyan de; Erdogan diyar kir ku ji bo benda 15. Ya yasaya hilbijartinan bendekê pêve dikin  wate bi mercê ku di bernameya wan de hebe û ji 2 kesan zêdetir nebe derfet ji bo partiyan tê dayîn ku hevserokê geiştî bête pêkanîn.

Astengiyên li pêş endambuna partiyên siyasî: Erdogan ji bo astengiyên li pêş endamtiya partiyên siyasî jî daxuyanî da. Got ku astengên li pêş endambûna partiyên siyasî radikin. Bi guhertina ku di benda 11. Ya yasaya partiyan de tê kirin ve astengiyên endambûna partiyên siyasî têne rakirin. Li gorî fermanên yasayên hilbijartina, herkesê ku mafê xwe yê radanê hebe dê karibe bibe endamê partiyên siyasî jî. Bi vê armancê 6 astengkrinên di benda B yê ya xala 11 yan de têne rakirin.

Bi zaman an jî devokên cûda propaxandaya siyasî dê bête kirin; Serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan xaleka dîtir ya ji bo hilbijartinan ragihand, ew jî ewe ku li karên hilbijartinan bi zamanên cûda jî kare bête kirin. Yasaya hejmara 298 ê tête guhertin û ji aliyê partiyan û bernamzetan ve bi her rengê propaxandaya ku bête kirin dê karibe bi ziman û zaravayên cûda jî bêne bikaranîn. Di heman demê de ji bo hilbijartinên pêş jî ev derfet dê çêbibe. Fermanên tengkirinê yên di yasaya 43 yan de tête rakirin û di hilbijartina derveyî zimanê Tirkî, zimanên cûda û zaravayên cûda jî dikare bête bikaranîn.

Tawanên cudakirinê, destdirêjiya şêweyê jiyanê û rikberiyê;  Erdogan li ser tawanên rikberiya li tirkî, dijberî û tawanên cudakirina nijadî, zimanî rigezî jî biryarên nû ragihandin. Tawanên cudakirinê, rikberî, dijminiya ziman, nijad, netew, reng, rigez, hizrên siyasî, baweriya felsefî, olî û mezhebî dê sezayê wan bêhtir bête girankirin. Kesên ku li pêş mafê kes, mafê baweriyê raweste dê bêhtir bête cezakirin. Ji ber vê yekê jî tawanên ku bêne kirin ji salekê hetanî 3 salê hatine zêdekirin. Erdogan diyar kir ku li Tirkiyê ji tu kes ji ber zimanê xwe, nijada xwe, netewa xwe, rengê xwe baweriya xwe û pêkanîna pêdiviyên baweriya xwe cuda nayête dîtin. Erdogan diyar kir ku ew saziya bi cudakirinêre tekoşînê û wekheviyê ava dikin. Ev sazî dê bi taybet li ser dijberiya cudakirinan û dijberiya baweriyan dê rawestin.

Azadî ji bo keybor û pîtan; Erdogan li ser mijara qedexekirina pîtên zimanan jî ragihand û diyar kir ku astengî û cezayên li pêş bikaranîna hindek pîtên zimanan jî tête rakirin. Got ku gelik kiryarên ku derfetê pêkanîna wan jî nemaye radikin û di wateyekê de azadiyê ji keybortê re tînin.

Yasaya ji bo xwepêşandan, meş û civînan; Di warê xwepêşandan, civîn û meşan de jî guhertin hate ragihandin.  Erdogan got ku ewana di yasaya di 2911 ê ya di derbarê xwepêşandan û civînan de jî ewana guhertinê çêdikin. Di vî warî de destpêkê ji bo diyarkirina ciyê xwepêşandan û civînan de guhertin çêdikin. Fermandarê şûnê ser mercê ku hizrê Rêxistinên Civakên Sivîl wergirê dê biryara xwe ya dawî bide. Dema meş û civîn û xwepêşandana tête dirêjkirin. Di deverên vekirî de civînên ku berî roj biçe ava bi demhijmêrekê berî roj biçê ava divê belav bikin; di deverên girtî de jî civînên ku hetanî demhijmêr 23:00 diçûn dê hetanî 24:00 ê bêne berdewamkirin. Di meş, xwepêşandan û civînan de pêkanîna fermandarê hikumetê êdî bidawî dibe. Rêbazên ku ji aliyê Fermandarê hikumetê ve dihatine pêkanîn êdî dê ji aliyê rêvebiriya rêkxistinê ve bêne bicîanîn. Dema ku sazî bibîne êdî rêbaz têne derbaskirin, derdikeve derveyî bername û pîvanan, dê biryara belavbûnê wergire û rewşê ji hêzên ewlekariyê re bide zanîn. Xwepêşandan û Meş eger ku derkeve derveyî yasayan dê saziya birêkxistinê ragihîne ku êdî bi dawî bûye û dê hêzên ewlekariyê agahdar bike. Eger ku saziya birêkxistinê vî erkê xwe bicî neyênê Fermandarê cî yê wê herêmê dê biryara di derbarê çalekiyê de bide.

Di dibistanên taybet de, bi ziman û zaravayên dîtir jî dê perwerde bête dayin; Erdogan li ser perwerde û bi zimanên dîtir perwerdeyê jî guhertinên pêş dîtî ragihandin. Erdogan got ku ewana mînakên cîhanê yên deverên dîtir di warê perwerdeyê de di nêzîk de hur kolane. Erdogan got ku di sala 2003 yan de bi guhertinekî ku pêk anîne de derfetê perwerdeyên taybet pêş xistibûn. Got ku wana hiştiye piştî hingî jî di zankoyan de bi ziman û zaravayên beş bêne vekirin. Got ku sala çûyî jî bi guhertinekî perwerdê ve ji bo ku di dibistanan de wekî dersên hilbijartinê bi zimanên dîtir û zaravayên dîtir rêk hatibû vekirin. Erdogan derbirî ku neha jî ewana êdî derfet çêdikin ku di dibistanên taybet de bi ziman û zaravayên cûda perwerde karibe bête dayin. Li Tirkiyê perwerdeya bi zimanên derveyî Tirkî û mijara perwerde bi yasaya 2923 ve hatiye sererastkirin. Bi pêvekeke ji bo vê yasayê ve li ser mercê ku Saziyên Perwerdeyê yên taybet bi fermanên yasayî ve girêdayî bimînin dê karibin bi ziman û zaravayên cûda xwe birêk bixin. Ziman û zaravayên ku di van saziyan de bête dayin ji aliyê Şandeya Wezîran ve bête diyarkirin. Wezareta Perwerdeyiya Netewî ya tirkiyê dê ji bo vekirina van saziyan, çavdêriya wan û rêbazê wan bermaneyekê derbixe. Bername wekî ku di yasayan de heyî dê ji aliyê Wezareta Perwerdeyiya Netewî ve bêne diyarkirin. Wekî ku di yasayan de jî heye di van dibistanan de jî hindek dersên bingehîn dê bi Tirkî bin.

Guhertina navê gundan; Erdogan got ku ewana êdî bi sererastkirinekî yasayî ve astengên yasayî yên li pêş guhertina navê gundan radikin. Peyva zalkirinê ya yasaya dîroka 1949 ê ya ku di benda 2 yan de cî digre tête rakirin, gund êdî dê karibin navên xwe yên dîrokî yên ku hetanî sala 1980 yî bikar tanîn dê karibin bikar bînin. Wekî ku di yasayê de jî hatî diyarkirin, guhertina navê gundan dê bi pejirandina Wezareta Karê hundir ve çêbibe. Ji bo guhertina navê gund û bajar û navçeyan pêdivî bi sererastkirina yasayî heye. Erdogan got ku xwestekên guhertina navê Bajar û Navçeyan wekî hikumet emê jî diber çavan re derbas bikin.

Navê Zankoya Nevşehîrê bû Hecî Bektaşî Welî;  Erdogan diyar kir ku navê zankoya Newşehîra Tirkiyê wekî Hecî Bektaşî welî hatiye guhertin.

Parestina zanyariyên kesane; Erdogan ji bo parestina zanyariyên kesane jî guhertina ku pêş dibînin ragihand. Erdogan got ku zanyariyên kesane bi guhertina yasayî ya 12 ê Êlûna 2010 ê ve ji xwe hildabûn bin parestina yasayê. Lê neha jî ji bo pêkanîna vê xalê amadekariya heyî dê rasdestî meclîsê bikin. Êdî dê zanyariyên taybet yên kesan ji aliyê kesên bê peywendî ve neyête bikaranîn.

Astengiyên li pêş komkirina arîkariyê têne rakirin; Erdogan di ragihandina xwe de sererastkirina ji bo astengiyên li pêş komkirina arîkariyan jî derbirî. Komkirina arîkariya ji bo Saziya Hawayî ya Tirkiyê re destûr û berpirsiyarî hatibû dayîn. Erdogan got ku ev yek bi giştî dijî yasa û yasaya bingihîne, bi giştî rewşekî berovajî maf û azadiya mirovane. Erdogan got ku rêvebirname ya di vî warî de hefta bihûrî hatibû ragihandin. Hate diyarkirin ku êdî ev kiryar dawî pê hatiye ev fermana yasaya 8 an hatiye rakirin. Êdî her hemwelatî bo kîderê bixwaze dê karibe arîkariya xwe bide.

Pêkanîna pakêta demokratîk; Erdogan diyar kir ku ev guhertinên ku hetanî neha diyar kirî ji wana re sererastkirinên yasayî pêwistin. Diyar kir ku li gorî dîrokekî diyar ewana dê van sererastkirinan pêk bînin. Erdogan diyar kir ku pakêta wan tenê ji vêya pêk nayê, di beşa duyem de jî reformên ku tenê sererastkrinên herêmî jêre divên hene. Ev rastkirinana jî bi biryara Şandeya Wezîran, guhertina Rêbazname û Fermannameyê ve dê pêk bên.

Di sazayên giştî de qedexeya sergirtinê radibe; Erdogan diyar kir ku rêbaznameya cil û bergan diguherin û qedexeya serpoşiyê radikin. Erdogan diyarkir ku astengiyên yasayî yên cil û bergan ji bo azadî û mafê kar û azadiya olî asteng bûn. Diyar kir ku di benda 5 an de guhertin çêkirin û ew astengiyên li pêş cil û bergan rakirin. Kesên ku divê cil û bergên fermî li xwe bikin;Endamên Hêzên Çekdar yên Tirkî, Hêzên Ewlekariyê, di dadweriyê de Dadger û Dozger in.

Pêkanîna Sunda xwendekaran radibe; Erdogan got ku di dibistanên seretayîde ew pêkanîna sunda xwendekaran tête rakirin. Di sala 1933 yan de, ji aliyê Wezareta Perwerdeya Netewî ve biryarnemeyek hatye belavkirin û di dibistanên seretayî û navîn de pêkanîna Sunda Me hatibû destpêkirin. Erdogan got ku ev pêkanîn carcaran hatibû rakirin, guhertin têde çêbûn. 12 ê Adarê û 12 ê Êlûnê bi encama hewldanên kesane ev pêkanîn dîsan dewam kir. Erdogan got ku di sala çûyî de ev pêkanîn rakirbûn. Neha jî di dibistanên seretayî de ev pêkanîn bi dawî dibe.

Dêra Mor Gabriel radestî Suryaniyan tê kirin; Erdogan diyar kir ku Dêra Mor Gabriel an jî bi navê dî Deyrul Mur û erda wêna ji bo Veqfa Dêrê tête dayîn. Erdogan diyar kir ku bi vî rengî jî ev bêdadî tête rakirin û mafekî giring radestî hemwelatiyên Siryanî dikin. Erdogan diyar kir ku ewana di dema hikumeta xwe de di vî warî de gelek gavên giring avêtine û di salên 2003, 2008 û 2011 an de bi gelik sererastkirinan ve nêzîkî 250 dever ji bo xwedanê wan hatiye radestkirin. Diyar kir, bêyî ku kesekî perîşan bikin dê deverên heyî radestî xwedanê wan bikin.

Enstituye Ziman û Çanda Roman tête avakirin; Erdoganî got ku ji bo dazanîn, pêşdebirin û danajiyankirina çand û zimanê hemwelatiyên Roman yên Tirkî ewana di nava zankoyekê de dê ensitûya roman ava bikin. Diyar kir ku li gelek bajarên Tirkiyê ewana bînayên Romana ava dikin.

Pakêta herî demokratîk ya Tirkiyê; Erdogan diyar kir ewana pakêta herî demokratîk û yaberfireh eve ye. Erdogan got ku li Tirkiyê ewana pêvajoya reform û gorankariya herî berfireh ku di nava yek pakêtê de hatî diyarkirin didin destpêkirin.  Erdogan diyarkir ku bi vê pakêtê ve dê aboriya tirkiyê, demokrasiya tirkiyê, rewşa civakî ya tirkiyê û biratî dê hêzeka mezin wergirê.

 

Rewanbej.net