Erdogan: Pakêta demokratîkbûnê dumahîka heyvê aşkere dibe

Erdogan: Pakêta demokratîkbûnê dumahîka heyvê aşkere dibe

Hefteya borî serokwezîrê Tirk di gel destewa wezîran sebaret bi pakêta demokratîkbûnê rêzecivîn pêkanîn. Erdogan diyar kiribû ku dê vê hefteyê bi civînek berfereh pakêtê ji rayagiştî re aşkere bike. Lê serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan  îro diyar kir ku xabatên destpêkê temam bûne û ew dê dumahîka heyvê bi civînekî çapemeniyê ji rayagiştî  re diyar bikîn.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro piştî ku bi serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf re hevdîtinek pêkanî her du serokwezîran pêk ve civîneke çapemeniyê lidarxistin.

Di civînê de Edogan bersiva pirsên rojnamevanan ya der barê rojevê de dan. Der barê ’Paketa Demokratîkbûnê de’ Erdogan destnîşan kir ku xabatên wan yên destpêkê encam bûne. Erdogan got: Em dê heta dumahîka heuvê paketê bi civînekî çapemeniyê ji rayagiştî re diyar bikîn.

Der barê xistina helîkoptera Suriyê de jî Erdogan diyar kir ku hêzên ewlekariya Tirkiyê ya pêwîst kirine.

Hêjayê gotinê ye ku piştî biryara KCK’ê ya rawestandina vekêşandina hêzên gerîla û xetimîna pêvajoya aşitiyê ya li Bakûrê Kurdistanê wezîrên dewleta Tirk diyar kiribûn ku ew li ser pakêtek mezin yê demokratîkbûnê kar dikin. Bi van nûçeyan hêviyek afirandibûn. Lê belê hate zanîn ku di pakêtê de mafê herî bingehîn yê perwerdeya ziman cîh nagre. Lewma ew bendewariya ji pakêtê şikestiye.