Erdogan pakêta deokratîkbûnê aşkira dike

Erdogan pakêta deokratîkbûnê aşkira dike

Piştî ku PKK ê daxuyand ku hikûmeta AKP’ê di warê demokratîkbûnê de ti gavan navêje û ji ber vê ew paşdevekêşandina hêzên xwe didin rawestandin hikûmetê îşareta gavekê nîşan da. Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay daxuyand ku ewan pakêtek berfereh yên reformên demokratîk amade kirine û dê serokwezîr Erdogan bixwe vê pakêtê aşkira bike.

Piştî civîna bi navê ’Pakêta demokratîkbûnê’ ya di bin serokatiya serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan de hate li darxistin cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay daxuyand ku dê civîna wan roja Înê jî berdewam bike û heger xilas nebe dê rojek din jî civînê bikin. Atalay got: ’Pakêta demokratîkbûnê pir berferehe û gelek hêman di nav de ne. Ez dê behsa wan hêmanan nekim. Lê berferehe.’

Atalay diyar kir ku di civînê de wî bixwe pakêt pêşkeş kiriye û got: ’Me divê em pirsgirêkên xwe bi nêzîkbûnek demokratîk çareser bikin. Ev pakêt hemû başên civakê digre nav xwe. Pêvajoya aşitiyê bo vê yekê ye. Ji ber pakêtek pir bi hêze dê serokwezîr bixwe aşkira bike. Ji bo daxuyaniyê wext ne diyare. Me ji bo rayagiştî jî çi tiştek negot. Me tenê nêrînên xwe yên der barê pakêtê de vegotin.’