Êrîşa li dijî goristana gerîlayan, êrîşekî li dijî nirxên mirovahiyê ye

Êrîşa li dijî goristana gerîlayan, êrîşekî li dijî nirxên mirovahiyê ye

Şaxên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Parka Koşuyolu ya Amedê û Kolana Gulistanê ya Êlihê çalakiyên heftane pêk bînin. Di çalakiyên hefteya 239’an de nûnerên ÎHD’ê êrîşa li dijî Goristana Şehît Egît Suruc ya li Çiyayê Bagokê pêk hat şermezar kir û diyar kir ku li tu deverên Cîhanê êrîşek bi vî rengî hovene pêk nehatiye.

Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 239’an de dîsa bi pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD’ê, xizmên winayan, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KESK’ê û nûnerên sendikayê jî di navde gelek kes amade bûn. Beriya çalakî dest pê bike Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, ani ziman ku ew bi salan in li windayan dikerin û wiha got: “Em dizanin winda ji aliyê kê ve hatin windakirin. Faîl diyar in, lê cihê windayan ne diyar e. Li herêmê zêdeyî 30 salin şer didome. Winda û gerîllayên hatin kuştin bi awayekî komi defin kirin. Ji ber şerê qirêj bi awayekî li diji mafên mirovan hatin definkirin. Bi hezaran mirov bi vî şikli hatin windakirin û qetilkirin û piştre hatin definkirin.”

Bîlîcî, êrîşa leşkeran a li dijî gorên HPG’ê jî şermezar kir û got: “Hêzên leşkerî êrîşi gorên HPG’ê dike. Goran wêran dike û cenazeyan derdixe. Ev yek nîşan dide ku hişmendî û hişê dewletê hêj wekî berê ye û nehatiye guhertin. Ev nayê qebûl kirin. Tiştêku dewlet bike divê vê hişmendiya xwe biguhere û kesên ku hêzen dewletê winda kiriye bi lezgîn bibîne û cenazeyên wan teslîmî malbatên wan bike. Em dîsa bang li dewletê dikin û dibêjin dest ji vî agirî berdin. Dibê hûn hurmetê ji cenaze û goristanê me re nîşan bidin. Ev pêk anîn li dijî mirovahiyê ye û tiştekî hovane ye.”

Seroka SES’ê ya Amedê Hulya Alokmen jî bertek nîşanî êrîşa li dijî goristana HPG’iyan da û anî ziman ku ev êrîşek li dijî nirxên mirovahiyê ye û hovane ye.

Piştî axaftinan Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdusselam İnceoren, Çîroka Îsa Efe yê di 7’ê Tîrmeha 1996’an de li Meşkîna ya Derikê hat revandin xwend. Înceoren, diyar kir ku Îsa Efe li sêriyana Dêrik, Qoser û Wêranşarê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û berdan û piştî nîvro jî leşker çûn gundê Meşkîna û Efe birin Fermandariya Cendirmeyan a Dêrikê û piştre winda kirin. Înceoren, da zanîn ku wê demê Fermandarê Cendirmeyan a Dêrikê Cemal Vural bû û di serdema Cemal Vural de hat windakirin. Înceoren, destnîşan kir ku piştî îxbareke, di bahara 1993’an de li gundê Tepebagê yê Dêrikê gora wî hatiye dîtin û wiha got: “Li ser îxbarê dozgeriya Dêrikê di 4’ê Tebaxa 2013’an de li vê nokteyê kolandinê dest pê kir. Di kolandinê de hestiyê mirovekî hat dîtin. Di îxbarhê de jî hat gotin ku cenazeyê Îsa Efe li heman nokteyê hatiye veşartin. Piştre Şaxa ÎHD’ê xwest gor bê kolandin û li ser vê hewldanê di 14’e Tebaxa 2013’an de ji bo tahîla testa DNA’yê mînak hat girtin û şandin ji Saziya Tipa Edlîyê re.

Pişti çîroka Îsa Efe hat xwendin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û kom belav bû .

ÊLIHE

Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, û gelek kes amade bûn. Li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş axivî. Kunteş, diyar kir ku ew wek her hefteyê ji bo aqubeta windayan li kolan û qadan in û got ku dê ji niha pê ve jî lêgerîna wan li gel malbatan bidome. Kunteş, anî ziman ku li Tirkiyê yê pirsgirêkek herî girîng û mezîn jî ya windaya ye û da zanîn ku heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê aşîtî û çareserî jî bi şeklek demokratîk neyê Tirkiye yê. Kunteş, bal kişand ser êrîşa li hember “Gorîstan Şehît Agît Suruç” a li Çiyayê Bagokê û destnîşan kir ku li tu devera cîhanê êrîşek wiha li dij mirovahiyê û hovane pêk ne hatiye û nayê dîtin.

’GUH BIDIN DAXWAZA GIRTIYAN’

Piştî Kunteş, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî jî daxuyanî li ser navê ÎHD û malbatên windayan xwend. Elçî, anî ziman ku ew hefteya 229’emîne ji bo rastiya faîlê meçhul û gorên komî derbikevin holê li qadain in û got hêj ev daxawaza wan edaletê ku dikin hêj edalet ne hatiye dayîn û pêk ne hatiye. Elçî, bal kişand ser rewşa binpêkirina maf û tenduristiya girtiyan û da zanîn ku hêj li her girtîgehê mafên girtiyan tê binpêkirin û tenduristiya wan baş nakin. Elçî, bang li Wezîrê Dadê û Serokomar kir ku demek beriya demêk guh bidin daxwazên girtiyên nexweş û got ku bila hemûyan tahliye bikin.

Piştî daxuyaniyê çalekî bi çalekiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ANF