Êrîşên li ser weşangeriya Kurdî

Piştî weşanên Kurdan yên li Ewrûpa vê carê jî Tv ya ku li Tirkî bi Kurdî weşan dikir Dijle TV jî hate girtin.
Bi taybet piştî êrîşên li ser weşanên Kurdî yên li Ewrûpa, girtina Roj Tv, nûçe tv, MMC vê carê jî êrîş di nava Tirkiyê de berdewam kirin û TV ya ku di mala her Kurdekî de dihate temaşekirin ji aliyê rayedarên Tirk ve bê doz û bê maf hate girtin.
Wekî gelek demên bihûrî îsal jî him ji aliyê welatên Ewrûpî ve him jî ji aliyê komara Tirkî ve bi mebesta ku siyaseta Kurd ji gelê Kurd bête qutkirin û bi taybet karîgeriyekî negatîv li ser hilbijartinan bête kirin weşanên Kurdan yek bi yek bi sezayên kujmeyekî pir ya peran û girtina weşanê ve rûbirû man. Destpêkê li Danîmarka biryar hate girtin ku companyayên Kurdan yên weşangeriyê bêne girtin û îro jî li gorî daxuyaniya Rêvebirê weşanê yê giştî yê Dijle TV Hasan Sancar y aku di Facebook ê de belav kirî dawî bi weşana Dijle TV jî hatiye anîn.
Daxuyaniya Fermî ya Rêvebirê giştî yê Dijle TV Hasan Sancar?
Di demekî wisan de ku li Tirkî 400 qenal hene nikarin yek qenala Kurdî rakin û paca Kurdan ya ku vedibe cîhanê Dijle TV girtin. Qenala Kurdî ya tenê ku li tirkî bi Kurdî nûçe belav dikir. Qenaleke wisan bû ku bi nûçevaniyeka rastteqîn ve li rojhilata navîn û Ewrûpayê herî pir dihate temaşekirin. Kurdên ku di tevayî dîrokê de xwestekên wan yên bingehîn hatî piştdestkirin, peywendiya wê li gel gelê xwe û cîhanê hatî birîn, tevayî rêkên xwederbirînê hatî girtin, di hemî demên dîrokê de bêzar nebûye, û ji dîtina çareseriyan şûnve nemaye.
Tevayî weşanên ku li tirkî di weşin bi pêkanîna peymanên salekê ve rûbirû ne, lê ji bo Dijle Tv di salekê de 6 caran peyman dihate pêkanîn. Wate her dû meh an jî sê mehan carê peyman pêk dihat. Me jî got ku hun çima bi vî rengî neheqî dikin, wekî herkesekî ya me jî bila salê carê be. Lê ne pejirandin û bi sezayê 268.000 tl yê peran, berî bidawîbûna peymanê bi 15 rojan qedandina peymanê û bê dad û bê maf rawestandina weşana me ve Dijle Tv hate girtin. Ji bo hemî temaşevanên hêjya yên Dijle Tv em radighînin.
Bi rêz û hezkirina xwe ve
Rêvebirê giştî yê weşana Dijle TV
Hasan Sancar
Gelo leyistoka li ser Rûdaw ê çiye?
Bi taybet piştî girtina weşanên Kurdan li Ewrûpa di torbendên civakî de bi kaxez û belgeyên çêker ve ji bo bêhêzkirin û bêkarîgerîkirina Rûdawê jî hewldanin derketin pêş. Bi gotina ku –Rûdaw bi destê Mit a tirkî hatiye avakirin- ve derbirînek li ser Rûdawê hate belavkirin. Di demekî kin de Rûdawê bersiva van nêrînan da û got ku ev nêrînana bi taybet ji aliyê weşanên PKK ve têne belavkirin. Û diyar kirin ku pêdiviya wan tû carî bi hêzekî derve nebûye ku karê xwe yê media birêve bikin û karê wan wekî hêzên siyasî bi hêzên istixbarî bi taybet Mît a tirkiyê ve nîne.
Wekî tê zanîn bi salane Rûdaw wekî saziyekî media karê xwe bi rêve dibe, lê di dema dawî de bi vekirina TV yê ve bi taybet di dema şerê Rojava de dewrekî giring leyist û bi nûçegihênê xwe ve rûdawên herêmê bi lezgînî gihandine Kurdan.
Li gorî dema vebûna xwe Rûdaw zû pêşda çû û xwe dighîne hemî Kurdan, her çend carcaran bi weşanên xwe yên alîgir ve derkeve pêş jî diyare ku Rûdaw ji bo herçar parçeyên Kurdistanê barê nûçevaniyeya rastteqîn rakiriye ser şanê xwe. Dê vî barî helbigre an na?, dê karibe vînekî alîgirê milet û gel bide nîşandan an na, dê sedî sed li himber hemî alî, dever û astên gel hişyar be an na? Dê dem nîşan bide.
Lê diyare bi çi rengî dibe bila bibe, ji kîderê dibe bila bibe êrîşek li ser Rûdaw jî heye. Piştî weşanên Kurdan yên ewrûpa tête xwestin ku Rûdaw jî bête tepeserkirin.
Bi hemî rengî êrîşên dijî weşangeriya Kurdan, bi taybet girtina weşanên Kurdî ji aliyê welatên Ewrûpave û vê dawiyê jî girtina Dijle tv em şermezar dikin. Û em her bawerin ku Kurd dê alternatîfên xwe di demeke zû de ava bikin. Bila evcar Firat tv be.. lê her dê vebe.
Rewanbej.net