Erodagan pakêta demokratîkbûnê hefteya bê aşkira dike

Erodagan pakêta demokratîkbûnê hefteya bê aşkira dike

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku dê sibê xebatên xwe yên li ser pakêta demokratîkbûnê encam bikin û hefteya bê dê pakêtê eşkere bikin.

Piştî ku doh cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay diyar kir ku ew pakêtekê berfereh ya demokratîknûnê amade dikin û ji bo vê jî civînên xwe pêk dihînin, serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdogan jî der barê mijarê de axivî. Erdoğan got: “Me doh bi hevalên xwe re bi berferehî li ser pakêta demokratîkbûnê axivî. Hêvîdarim ku sube gengeşeya li ser pakêtê bigehe encamekê. Piştî hingî jî em dê heftiya bê bi civîneke çapemeniyê pakêta xwe ya demokratîkbûnê eşkere bikin. Înşallah em dê pirsgirêkên xwe yên îro û yên pêşerojê jî jî bi diyalog û axaftinê çareser bikin.”

Her weha Erdogan got: “Me divê 76 milyon welatiyên Tirkiyê pêkve bijît, li hember hev rêzdar be. Armanca me ya vê pakêtê jî eve.”

Piştî ku PKK’ê biryara rawestandina paşdevekêşandina hêzên xwe da çavê hemû raya giştî ketibû ser Tirkiyê. Pêngavên ku Tirkiye bavêje bi meraq dihête çaverê kirin. Ev daxuyaniyên dumahîkê yên berpirsên hikumetê hêviyekê diafirînin. Lê hindek siyasetmedar jî dibêjin çiya mişkekê din jî nezîne baş dibe.