Erselan Bayîz dibe serokê parlamentoya herêma Kurdistanê

Erselan Bayîz dibe serokê parlamentoya herêma Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar daye Erselan Bayîz bike serokê Parlamentoya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî piştgiriyê lê dike. Bi baweriya Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Hemîd Hacî Elî, eger postê serokê parlamentoyê bigihe YNK’ê dê her Erselan Bayîz bibe serokê parlamentoyê.

Di vê derbarê de çavkaniyeke nêzîkê Polîtburoya YNK’ê ji rojnameya Basê re got: ’’Polîtburo biryar daye serokê berê yê parlamentoyê û endamê polîtburo Erselan Bayîz dubare destnîşan bike bo wergirtina serokê gera çarem a Parlamentoya Kurdistanê.’’

Ji aliyekî din ve li gor wan agahiyên gehiştine rojnameya Basê, parlamenterên gera berê hemûyan xatir ji îdareya parlamentoyê xwestine lê gruba Erselan Bayîz heta niha xatir nexwestiye, herwiha di nav xwe de qala wê yekê kirine ku Erselan Bayîz her li cihê xwe dimîne.

Li gor agahiyên Basê, parlamenterê herî bi temen Mihemed Sadiq Surçî yê parlamenterê PDK’ê ye û mafê wî ye serokatiya rûniştina yekem a gera nû bike. Lê hinek hewldan hene daku ew parlamenter beşdarî rûniştinan nebe daku Erselan Bayîz serokatiya parlamentoyê bike ji ber piştî Surçî ew tê.

Di vê derbarê deEndamê Serkirdayetiya YNK’ê Hemîd Hacî Elî ji Basê re got: ’’Heta niha YNK’ê bi awayekî fermî ligel PDK’ê dest bi danûstandinên pêkanîna hikûmet û parlamentoya nû nekiriye. Lê kek Erselan mirovekî bi ezmûn e û eger postê serokê parlamentoyê bigihe YNK’ê dê her Erselan Bayîz bibe serokê parlamentoyê. Lê dîsan PDK lîsteya yekem e, eger di meseleya rêkeftina stratejîk de hinekî mafê me hebe wek din em nikarin midaxeleya meqaman bikin.’’

Bas News