Ev zilam dê bibe dayik

Ev zilam dê bibe dayik

Li herêma Entre Roisa Arjantînê hevjîn û hevserên trans dibin xudan zarok.

Karen Bruseralariyê 29 salî weke kur ji dayik bû. Lê piştî hingî hestpê kir ku ew xwe weke keçikan dibîne. Ji bo bibe keçik 3 salan têkoşîn da û gehişt armanca xwe. Alexis Tabordaya 26 salî jî weke keçik ji dayik bû û hestpê kir ku ew weke kuran e. Ji bo xwe bike zilam têkoşiya. Di dumahîkê de herdu jî gehiştin armanca xwe lê belê organê xwe yên jin û zilamtiyê hilnedan.

Piştî ku Karen û Alexis rêgezên xwe guhertin evîndarê hev bûn. Evîna herdu transan di Arjantînê de bi navûdeng bû.  Lê belê destûr nedan ku di dêrê de mehra her du evîndaran bihête kirin. Karenê li wer torbenda civakî ya Twiterê oeyan ji Papa re şandin lê ti bersiv negirtin. Li welat transan ji bo wan çalakiyên polîtîk pêkanîn.

Piştî ku li Arjantînê yasaya li ser nasameya rêgezî derket her du evîndaran karîn bi fermî bizewicin. Niha Alexis ducanî ye bi 8 mehî û dê 22′ Kanûnê de bi sezeryenê zaroka wî bizê. Ji niha ve biryar dane ku navê zarokê xwe bikin Genesis. Heger  Alexis vê zayînê pêk bihîne dê bibe yekem zilamê Arjantînî ku zarok aniye.

Der barê vê mijarê de Alexis di bernameyeke televizyonê de diyar kir ku ew dê şîrê xwe bidoşe û bide dayika wî û dê dayika wî bi bîberonê şîr bide zarok.

Rewanbej.net