Evîna jina Rûs; RÎNA

Evîna jina Rûs; RÎNA

Tajuden Soroush-BBC

 

“Или Люблю Тебя” bi zimanê Rûsî wate ”Ji te hez dikim”.

Bersiva erênî ya ji bo vê pêşniyara aşiqane, ol û welatê Rîna Baum, keça 20 salî ya xelkê Rûsyayê bi yekcarî guhert. Wê keçika xelka SaintPétersbourg ê bû evîndara zilamekî Efxanistanî û vê yekê rêya jiyana wê guhert.

Evîndara Rûsyayî niha 65 salî ye û çîroka evîndariya wê çil sale li Efxanistanê li ser zare.

Rîna Baum 43 sal beriya niha li bajarê SaintPétersbourg a Rûsyayê, Ebdulahê Efxan nas kir.

Çend sal li ser yekem hevdîtina wan derbaz bûne lê peyv bi peyvên vê rojê di hizra Rînayê de mane: ”wî ji min re got, ji te hez dikim. Lê li Efxanistanê tu tiştekî min tuneye û di xîvetê de dijîm”.

Ebdula bi wan du peyvan muhebet û zehmetiyên jiyana Efxanistanê raxiste ber çavên Rînayê.

Rîna jî nikare evîna xwe ya li hember Ebdulah veşêre: ”min ji wî re got, ji te hez dikim û li gel te di xîvetê de jî dijîm”.  

Dawiyê Rîna û Ebdulah bi hevre dizewicin û ber bi Efxanistanê ve diçin. Rîna dibêje, dema çûme Efxanistanê berovajî gotinên Ebdulah min dît ew xwedî mal û erebe ye jî û çend sal piştre Ebdulah bû cêgirê wezîrê kanzayên bin erd.  

Dema ez hatime kabulê, min tiştek derbarê wir nedizanî. Min tenê navê Efxanistanê bihîstibû û tu nasiyariya min bi kultur û adetên xelkê re nebû. Piştre min ji cîran û derdoran biihîst ku li wir xesûyan bi bûkên xwe re pirsgirêk hene. Lê navbera min û xesûya min gelek baş bû. Çiqas dem derbaz bû min zêdetir kultura xelkê nas kir.

Wan li meheleya Mekruriyan a Kabulê û di avahiya Ebdulah de dest bi jiyana hevbeş kirin û Rîna hê jî di heman avahiyê de ye.

Avahiyên Mekruriyan di serdema serokkomariya Mihemed Davûd de ji aliyê Rûsiyan ve hatine çêkirin. Zêdetir karmendên dewletê û kesên xwende li wir dijîn.

Ew mehele di serdema şerê navxweyî yê Efxanistanê (1970) eniya pêşîn a şer bû. Ji ber vê sedemê piraniya şêniyên Mekruriyanê û Rîna jî di nav de, malên xwe terikandin û revîn. Hejmarek ji hevwelatiyan hê jî û piştî nemana şer jî venegeriyane ser mal û halê xwe.   Lê Rîna cardin vegeriya Kabulê da avahiya xwe ku di serdema şer de ji aliyê desthilatdarekî ve hatibû dagîr kirin bistîne.

Rîna dibêje, wê pare û nasiyar nebûn lê bi hewil û westiyaneke zêde karî avahiya xwe bistîne: ” min ji kesekî re got, ne tu nasiyarên min hene ne pere û ne bedewî, avahiya xwe çawa ji filan kesî bistînim: wî ji min re got xwedayê te heye? Min got erê. Got xwe bispêre xwedê. Min jî wisa kir û avahiya xwe stand”.

Rîna behsa bîranînên xwe yên Kabulê dike: ” di wan salan de jinan çadir li xwe nedikirin. Keçên bedew û ciwan di cadeyan de bi azadî digeriyan û ajovanî dikirin”.  

Ew di serdema hikûmeta Mihemed Davûd de bûye hevwelatiya Efxansitanê û dibêje baweriya wê bi ola îslamê heye.

Rîna niha bi tenê li Kabulê dijî. Ji zewaca bi Ebdulah re ku çend sale di jiyanê nemaye, du zarokên wan çêbûne ku yek ji wan li Komara Çek û yê din li Rûsyayê dijî.

Wê berovajî jinên hevtemenê xwe hê jî karê derveyî malê bernedaye û weke mamosteya zimanê Rûsî û werger bi navendên fêrkariya ziman û saziyên biyanî li Kabulê re hevkariyê dike.

Rîna dibêje, heyamek berê û piştî çendîn salan cardin vegeriyam Rûsiyayê. Lê nekariye zêdetirî du mehan li Rûsiyê bimîne: ” hemû tiştên min li wir in. Nkarim li Rûsiyê bijîm. Ceneta min ev dere”.

 

\"evin_jina_rus2\"