Facebook aşkere henekê xwe bi mirovan dike

Facebook aşkere henekê xwe bi mirovan dike

Facebook êdî ji demên bihûrî bêhtir mafê veşartî yên bikarhêneran aşkere û li gorî pîvanên xwe binpê dike.
Facebook demên bihûrî jî bûbû mijara gotûbêj û arîşeyan. Bi taybet di warê parestin û veşartina zanyariyên endaman, û parvekirina wan de di hemî torbendên cîhanî de arîşe heye. Facebook jî torbendek ji vana ye. Her ku mezin dibe facebook wekî sîstemekî hêzên mezin yên cîhanî tevdigere û berjewendiyê wan derdixe pêş.

Wekî ku berî bi çend rojan di nûçeya rewanbej de berpirsê Facebook ê yê Ewrûpa Richard Allan jî vekirî dayî diyarkirin berjewendiyê welatên Emerîka û siyaseta wê ya herêmê di heman demê de siyaseta Facebook ê ye jî.

Bi taybet di demên dawî de bi pêvajoya aşîtiyê û bûyerên Geziyê yên ku li tirkî rû dayî ve Facebook ê helwestê xwe aşkere ji aliyê komara tirkî ve da diyarkirin  gelik rûpelên Kurdan girtin.

Bi van bûyeran ve berpirsê veşartîbûnê yê vê torbendê Erin Egan da diyarkirin ku wana di -dazanîna maf û berpirsiyariyan de- guhertin pêk anîne. Êdî Facebook dê karibe xwe bighîne hemî zanyariyên we yên kesane.

Di vê gûhertina zanyarî an jî pîvanên facebookê ya maf û berpirsiyariyan ve êdî Facebook vekirî dê karibe zanyariyên endaman hemî bikar bîne. Di daxuyaniya companyayê de aşkere hate diyarkirin ku ew dê karibin zanyariyên bi kesên sîyem, an ku bi hindeke pêwist ve parve bikin.

-Parvekirinên ku li ser torbenda civakî têne kirin dikare têkevê xizmeta xizmetkarên raya giştî an jî civakê de, wate em dê karibin destûr bidin ku xwe bighînin van zanyariyan. Bi vî rengî dê karibin xizmeta me bikin.

Li gorî nûçeya Routers ê facebook dê bi teknîka ku wêneyan destnîşan dike wêneyê bikarhêneran destnîşan bike û zanyariyê bikarhêner wergirê. Hate diyarkirin ku ev wêneyana ji parvekirinê wêdetir dê bo karên dîtir bêne bikaranînin. Sîstema VentureBeat eger bête bikaranîn û wêneyên endaman bêne aşkirekirin wê demê kesên ku parvekirin nekiribin jî dê bêne nasîn û zanyariyê wan bêne bikaranîn.
Egan da diyarkirin ew nikarin soz bidin ku tenê dê ji bo naskirina rûyê enaman bête bikaranîn. Lê diyar kir ku pêşketin û gûhertinên nû dê bo endaman bêne gotin.

Bi vê biryar û pêngavê ve Facebook ê aşkere ji bo cîhan û bikarhênerên xwe got; Ez li gorî berjewendiyê xwe û siyaseta xwe we, nasên we, malbata we, hemî wêne  kesên ku we girtî facebookê bikar tînim. Ez vêya jî fermî dikim û we jî bi bikaranîna facebookê ev maf daye me.

Rewanbej.net