Felah Mistefa: Heger derfet çêbibe dê dewleta Kurdî damezrînin

Felah Mistefa: Heger derfet çêbibe dê dewleta Kurdî damezrînin

Berpirsê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa derbarê damezrandina dewleta Kurdî de ragehand; ’eve xewna hemû Kurdane, lê belê niha rewşa navdewletî rê nade. Heger derfet çê bibe em dê dewleta kurdî damezrînin. Mistefa der barê rewşî Suriyê jî got ku em dest li karubarên navxwe yên Suriyê wernadin lê opozîsyona vî welatî jî çi tiştek pêşkeşî gelî Kurd nekiriye.

Felah Mistefa ji bo tora BBC axivî û der barê pirsa ku dibêjin Kurd hemû gavan xwe amade dikin bo projeya dewleta Kurdî, got: ”Hêvîdarim ku rewşa herêmê û ya navdewletî guncaw be, ji ber ku eve xewna hemû Kurdane. Lê belê di navbera xewn û rastiyan de cudahî heye. Em li herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqa federal û demokratîk de bi destur ve girêdayîne. ”

Der barê rewşa Suriyê de jî Mistefa diyar kir ku pêwîste kurdên Rojava jî ji ezmunên herêma Kurdistanê sûd werbigrin û beriya hilweşandina rejîma Esed jî mafên xwe desteber bikin. Mistefa got: ” Helwesta me zelale. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêyên aştî û giftugoyan çareser bikin. Di navbera Kurdan û wan hikûmetên ku digel de dijîn çendîn rêkeftin jî hene. Em hêvîdikin ku di her parçeyekê de statûyeke Kurdan hebe. Lê em dixwazin ku hemû alî jî ji ezmûnên herêma Kurdistanê sûd werbigrin.”

Felah Mistefa diyar kir ku heta niha çi kesek ji herêmê neçûye şer li dijî Suriyê. Rewşa Suriyê hemû herêmê pêwendîdar dike. Gelek alî jî destwerdana Suriyê dikin. Lê belê me destê xwe dirêj nekiriye.

Der barê çima Kurd beşdarê opozîsyona Suriyê nabin jî Felah Mistefa got ku opozîsyona Suriyê heta niha mafê Kurdan nas nekiriye. Heta niha jî rola Kurdan û nasnemaya Kurdan di nava opozîsyonê de nediyare. Ji ber vê Kurd cîh nagrin.