Festîvala Bexdayê bi filma derhênerekê Kurd destipêkir

Festîvala Bexdayê bi filma derhênerekê Kurd destipêkir

Gera pêncemîn ya festîvala navdelwetî ya filmên Bexdayê, bi filma “Messî yê Bexdayê” ku derhênerê wî Sehîm Umer Xelîfe û Kurde, destipêkir.

Der barê mijarê de derhêner Sehîm Umer Xelîfe ji ajansa Peyamnêr re ragehand ku, kurte filma wî “Messî yê Bexdayê” wek filma destpêkê di festevala filmên Bexdayê de hate nîşandan. Xelîfe amaje da wê çendê jî ku, cihê dilxweşiyê ye ku bi filma wî wek filma destpêkê di vê festevalê de dihête nîşandan. Ev festîval giringtirîn festevala sînemayê ye li ser astê Îraqê de.

Festîvala filmên Bexdayê bi beşdariya filmên dirêj, dokumênterî û kurte filman pêk dihêt û  ji gelek welatên din jî beêdar çêdibin. Festîval di navbera rojên 7 û 10 Cotmehê bi rêve diçe.

Ji bilî vê festevalê, dê filma “Messî yê Bexdayê” beêdarê 34 festîvalên din yên sînemayî de bike.

Jêder PNA