Financial Times: Hêza siyasî ya Erdogan di xeterê de ye

Financial Times: Hêza siyasî ya Erdogan di xeterê de ye

Rojnameya navdar ya Îngilizî Financial Times di şiroveya xwe ya îro de diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan yên sebaret bi aboriya Tirkiyê xeletin û aboriya vê welatê ne serbixweye ji aboriya kûrewî. Financial Times di şgotara xwe de got ku Erdogan hêza xwe ya siyasî jî xistiye nava xeterê.

Di rojnameya navdar ya Îngilîzî de îro bi sernivîsa ’Tirkiye ber bi paş de diçe’ gotarek hate weşandin. Di gotarê de dihête gotin ku rêveberiya zextkar ya Erdogan nahêle dengê muxalîfan derbikeve. Gotar dibêje: ’Edogan bi biryare ku kesên li hember wê ne siza bike. Lê ev helwesta wê nahêle ku Tirkiye bibe dewletek bi hiquq. Erdogan niha li hember hemû muxalîfan kampanyayek fişarê destpêkiriye’.

Di gotarê de behsa rûdanên Parka gezî, girtina rojnamevan û siyasetmedaran û her weha biryarên doza Ergenekon jî dike û dibêje: ’Ne raste ku Tirkiye ber bi pêş ve diçe û dibe welatek bi hêz. Helwesta Erdogan ya salên destpêkê berovajî bûn. Rêveberiya zextkar ya Erdogan hêdî-hêdî bi cîh dibe.

Gotar dibêje ku çavê Erdogan di serokatiya Tikriyê de ye ji ber vê jî di nava hilbijêran de teoriyên komployê dixe rojevê. Gotar wiha bi dawî dibe: ’Eve xeletiyeke. Serkeftina aborî ya Tirkiyê bi aboriya kurewî ve pêwendîdare. Hesabên Tirkiyê bi pareyên germ dihête sernixumandin ku di şevekê de jî dikare ev pare bifire û biçe. Erdogan bi van helwestên xwe jiyana welatiyên xwe û her weha hêza xwe ya siyasî jî dixe xeterê.

Rewanbej.net