Gelê Colemêrgê bang li hukumetê kir da gavan bavêje

Gelê Colemêrgê bang li hukumetê kir da gavan bavêje

Rêxistina BDP’ê ya bajarê Colemêrgê bi dirûşma ’hukumet gavan bajêve’ meşek li darxisr. Di meşê de hate xwestin ku hukumeta AKP’ê pêdiviyên berpirsiyariya xwe bi cîh bîne.

Bi bangawaziya navenda giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê rêzeçalakiyên çalakiyên bi navê ’hukumet gavan bavêje’ hatiye plan kirin. Di çarçoveya vê plansaziyê de li bajarê Colemêrgê meşek girseyî hate li darxistin.

Bi hezaran kesên ku li ber avahiya şaredariya Colemêrgê kombûn pankartên ku li ser nivîsiye ’Hukumet gavan bavêje, emê tekoşîna hevalê xwe Medenî Yildirim bidomînin û Me komkujiya Madimakê ji bîr nekiriye’ hildan. Meşê li ber avahiya şaredariya bajêr destpêkir û meşvan li kolana Altayê vegeriyan û cardinli ber avahiya şaredariyê kombûn. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirxanoğlu û berpirsên BDP’ê yên bajarê Colemêrgê û nûnerê saziyên sivîl jî beşdarê meşê bûn.

Piştî meşê serokê BDP’ê yê bajêr Rehmî Kurt axavtinek kir û da zanîn ku di hevdîtinên di navbera PKK’ê û berpirsênhukumeta AKP’ê de qonaxa yekê têperandiye û di qonaxa duwem de jî divê hukumeta AKP’ê gavên pêwîst biavêje. Kurt diyar kir ku daxwaza wan ya sereke azadkirina Ocalane û daxwazên xwe yên din jî wiha rêz kir; azadkirina hemû girtiyên siyasî, rawestandina projeyên çêkirina bendav û qereqolan, astengiyên pêşiya perwerdeya zimanê dayikê  bihêne rakirin, Qanûna tekoşîna li dijî terorê bihête rakirin, caşatî nemîne, rêjeya hilbijartinan ya deh ji sedî bihête rakirin.

Kurt axavtina xwe wiha domad: ’êdî dora gav avatênê ya hukumetêye. Berpirsên hukumetê BDP’ê tawanbar dikin ku derdikeve kolanan. Em jî ji bo hukumetê dibêjin ku bila astengiyên li pêşiya çareseriya pirsa Kurd ji holê rakin. Bila hesabê Lîce, Roboskî û Madimakê bidin da em jî dernekevin kolanan. Heta ku hukumeta AKP’ê ji bo çareseriyê gavan neavêje emê jî mafê xwe yê demokratîk û rewa bi kar bihînin’.

Piştî daxuyaniyên Kurt girseya gel bêyî arîşe meş bi dawî kir.