Gelê Katalon dengê xwe ji bo Serxwebûnê da

Gelê Katalon dengê xwe ji bo Serxwebûnê da

Dihunê Referandûma herêma xweser ya Katalonyayê pêk hat. Di referandûmê de sedî 90.09 deng bi aliyê Serxwebûnê de derketin.

Referandûma di bin zilm û êrîşên hovane yên hêzên Îspanî de pêk hatî, li gel hemî astengî û êrîşan bi erê ya Serxwebûnê ve encam da. 

Piştî Referandûmê Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont ragihand ku wan mafê avakirina dewleteke serbixwe bidest xistine.

Di encama êrîş û zora polisan de 844 kes birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta xweser yê katalonya Jordi Trull ragihand ku 2 milyon û 262,424 hezar kesî deng danye. Li Katalonyayê 5 milyon û 300 hezar kesên xwedî mafê deng hene. Ji vana sedi 42,3 deng dan. Puigdemont ragihand ku dewleta ewê ava bikin dê \"Komar\" be.