Gelo çêlek bikêrtire an Encûmena Nûneran? - Hogir Şerîf

Projeyek girîng jibo derketin ji vê qeyrana aborî ya Herêma Kurdistanê
Ev proje dikare xelkên nerazî rizgar bike û rewşa wan bi temamî biguherîne
Proje ev e ku em jibo demeke kurt jî bûbe dev ji Encûmena Nûneran berdin û wê bidin alî
Em mûçeya wan bidin hev û pê çêlekên Hulendî bikirin
Gelo Çêlek bikêrtir e yan Encûmena Nûneran....?!?
Hejmara Parlamantarên Başûrê Kurdistabê 105 kes in ku mehê 8 milyon dînar mûçeyê distînin.
Buhayê her çêlekek Hulendî jî herî zêde milyonek dînar e, dêmek heqê her meh dike 8 çêlekên zexm.
Mehkî da dike 840 çêlek
Salek da dike 10 hezar û 80 çêlek
4 salan da dike 40320 çêlek yanê nîvê hejmara çêlekên Hulenda û Danîmarkayê....
Eger her çêleke rojê 10 lîtr şîr bide, hingî salê da dike 100 hezar û 80 lîtr şîr.....
Helbet eger em êm, alif û gîhayên wan bidin ber 3 dan xwerinên parlamantarên zikmeşk û çevbirçîyên bêkêr hingî mesrefên çêlekan ku hejmara wan 8 qasî jî ji parlamantaran zêdetir e, dîsa jî nabe wekhev.....
Hela me mesrefa dergewan, qerewûl, pasewan, şofêrmofêr û berdestên wan hesav nekirîye.......
Hûn çima pê dikenin, ez pir pir micid û ciddî me......
HoGir Şerîf( Fînlenda)
Edoyê NîvêÇêlekekMûçeXwer