Gelo CIA telefon û mailên we jî dişopîne?

Gelo CIA telefon û mailên we jî dişopîne?

Êdî ev yek aşkiraye û ji aliyê gelek sazî û kesan ve jî bi legenameyan hatiye piştrastkirin ku rêxistinên îstîxbaratî yên Emerîkayê CIA û NSA (Ajansa Ewlekariya Netewî) dikarin bihêsanî hemû kesan bişopînin, telefon û navnîşanên wan yên înternetê bixin bin kontrolê de. Sixorê Emerîkî Edward Snowden bi belgenameyan xebatên îstîxbaratî yên Emerîkayê aşkira dike. Van îdîayan ji niha ve deriyê rojevekê nû vekir.

Parlementoya Ewropayê di Cotmeha sala 2012’an de raportek weşand û tê de behsa xeterî û metirsiyên teknolojiyê yên bi rêya cîhana sîber, li ser jiyana şexsî, dikir. Di vê raportê de dihête gotin ku Emerîkayê (DYE) di sala 2008’an de qanûnek bi navê FISA erê kir. Li gor yasayên Emerîkayê hemwelatiyên Emerîkî tenê bi destûra dadgehê dikarin bihêne guhdarkirin û şopandin. Lê kesên din yên ne hemwelatiyên Emerîkayê bin bi bêyî destûr jî dikarin bihên guhdarkirin û şopandin. Mijar tenê ne li ser kesên ku gumanbarên terorê ne. Hemû xebat û çalakiyên din yên rexistinan jî bi rêya Google û medya civakî dikarin bi hêsanî bihêne qeyd kirin. Hevdîtin û têbiniyên wan bikevin bin kontrolê. Rawêjkarê berî yê Mîcrosofta Ewropayê Casper Bowden jî der barê vê mijarê de diyar kir ku bi rêya vê qanûnê delîveya ’çavdêriya hemû mirovan’ ketiye destê Emerîkayê.

Parlementerê CHP’ê yê Îzmîrê Erdal Aksunger di 1’ê Nîsanê li rojnameya Akşam daxw,uyaniyek belav kir û diyar kir ku CIA li navendekê nêzîkê meclîsa Tirkiyê guhdariya Parlemena Tirkiyê dike û hemû xepatên wê dişopîne. Aksunger digot wî der barê vê mijarê de serî li rêvebiriya îstîxbarata emniyetê, cendermeyan û MIT’ê daye lê belê çi encamek negirtiye.

Di nîvê meha gulanê de, li DYE’yê agehiyek belav bû û ev agehî bû çirûska qeyranekê. Qeyrana guhdarkirin û şopandina telefon û mailan weke rojevekê giring derdikeve pêş. Di van rojên dumahîkê de rojname û malperên mezin yên cîhanê di nûçeyên xwe de cîh didin karên nehênî yên CIA yên guhdarkirin û şopandina telefon û mailên 38 welatan. Dihête îdîakirin ku Tirkiye jî di nav de, welatên weke Fransa, Îtalya, Yewnanîstan û her weha welatên muxalefet û gumanbirî yên weke Yaban, Meksîka, Koreya Başûr û Hindistan jî ji aliyê CIA’yê ve dihêne guhdarkirin û şopandin.

Ajansa nûçeyan ya Associated Press (AP) di maha Gulanê de ragehandibû ku wezareta dadê ya Emerîkayê nêzîkê du mehan telefon û mailên sernivîser û peyamnêrên wan konrtol kiriye. Li gor vê nûçeyê, bi biryara wezaretê CIA’yê 20 hevdîtinên telefonî û mailê kesên navbirî yên telefon û mailên şexsî û karûbarên ajansê qeyd kiriye. ev agehî ji aliyê rayadarên wezareta navxweyî jî bi biyanûya ’egerên ewlekariya neteweyî’ hatin piştrastkirin.

Di navbera DYE û YE’de qeyran mezin dibe.

Herî dawiyê Rojnameya Guardiyan ya Brîtanî li ser navê sîxorê berî yê CIA’yê  Edward Snowden belgename weşandin û di van belgenameyan de dihête îdîakirin ku  DYE 38 welatan guhdarî şopandina gelek telefon û navnîşanan dike. Di belgenameyan de dihête gotin ku li 38 welatan bi ser rêya balyozxaneyên welatan bi nehînî ev kar dihête bi rêvebirin û welatên dihêne şopandin jî navê wan weke ’hedef’ dihête destnîşan kirin.  Li gor agehiyên ku rojname belav dike guhdarkirin û şopandin bi rêbazên cur be cur dihêne kirin. Di belgeyekê sala 2007’an de jî dihête diyarkirin ku cîhazek di vana faksa ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya Washingtonê hatiye bi cîh kirin û bi rêya vê hemû karûbarên ofîsê dihêne şopandin.

Govara Der Spiegel ya Almanyayê jî di hejmara xwe ya dawî de cîh dabû nûçeyeke heman awayî. Di nûçeyê de dihête gotin ku ofîsa nûnertiya Ewropayê ya Emerîkayê, ya Neteweyên Yekbûyî bi rêbazên nehênî dihête guhdar kirin. Di hindek belgeyan de derdikeve holê ku beriya pênc salan li Baregeha Navendî ya NATO’yê sîstema kontrolkirina ji dûr, hatiye bi cîh kirin. Di nûçeyê de dihête gotin ku yek jê hedefa herî giring yê NSA’yê Almanya ye. Di belgenameyan de nexşeya bi sîber ya Almanyayê cîh digre. Di vê nexşeyê de jî aşkira dibe ku her meh li Almanyayê 500 milyon pêwendiyên telefonî û yên înternetê dihêne qeyd kirin û şopandin.

Der barê vê nûçeyê de serokê Parlemena Ewropayê Martin Schulz ji rayadarên Emerîkî daxwaz kiribû ku sebaret bi guhdarkirin û şopandina karûbarên Yekîtiya Ewropayê bersivekê bidin. Heman awayî payedarên Fransizî û Almanî jî daxuyanî weşandibûn û gumanên xwe nîşan dabûn. Daxuyaniyan de hatibû gotin ku heger ev îdîa rast bin dê pêwendiyên Ewropa û Emerîkayê bikevin xeterê. Wezîrê Dadê yê Elmanyayê Sabine Leutheusser jî kardaneyek tund nîşan dabû û gotibû ku ’Ev rêbaz dişibe rêbazê dijminên me yên dema şerê sar de’.

Sîxorê Emerîkî Edward Snowden berî di CIA û NSA’yê de cîh girtiye. Snowden piştî ku ji Emerîka reviya û xwe sparte Rusyayê belgenameyên der barê xebatên îstîxbarî yên CIA û NASA’yê belav kirin. Snowden bi belgenameyan dibêje ku rêxistinên îstîxbaratî yên Emerîkayê li seranserê cîhanê telefon û mailên milyonan kesan dişopîne. Li gor van belgenameyan rêxistinên îstîxbaratê yên Emerîkayê bi rêya bernameyekê ku weke ’Prîzma’ bi nav dikin, dikevin nav sîstema 9 kompanyayên înternetê yên cîhanî û bi vê awayî hemû hevdîtin, axaftin, name, têbinî û hesaban dişopînin. Snowden diyar kiribû ku Saziya Ewlekariya Netewî hindek saziyên li Hong Kong û Çînê jî bo xwe weke hedef daniye û li van deran bi giştî 61 hezar operasyonên guhdarkirin û şopandinê encam daye.

Wesa diyar dike ku dê ev mijar di rojên pêşiya me de zêdetir bibe rojev û bihête gotubêjkirin.