Gelo dê artêşa Iraqê têkeve Silêmaniyê?

Gelo dê artêşa Iraqê têkeve Silêmaniyê?

Di berdewamîya xwepêşandanên li devera Silêmanî û Helebçeyê de, parlementerek ji yê serbi Malîkî ve daxuyanîyeka seyr da û got; \"Divê ji bo parestina can û milkê hemwelatiyan leşkerên artêşa hikumeta federal biçine parêzgeha Silêmaniyê\"

Li gorî nûçeya Rûdawê, Parlementerê Iraqê yê bi navê Eskender Wetut ragihandiye, eger xwepêşandan û tepeseriya li ser hemwelatiyan berdewam bike, divê hikûmet bêdeng nemîne û ji bo parestina xelkê têkeve nava tevgerê.

Tê diyarkirin ku xwepêşandan bêhtir ji ber dernegman û nedayîna mûçeyan rû daye.

Li gorî çavkaniyên ji deverê gehayî destê me, xwepêşandan wekî dijî PDK têne bîrêkxistin û para tevgera Goran di navde zêdeye.