Gelo hûn dizanin?

Gelo hûn dizanin?

Jineke 64 salî li ser cemedê şimitî û kete erdê. Ji ber bayê di çoka xwe de neşiya demek dirêj ji erdê rabe û li ser cemedê ma. Germa laşê wê kefte bin 70F(21C). Di vê şertê de divêya ku bimre. Lê hewldanên bijîşkan ew ji nûve vegerande jiyanê. Zanista Tibê evro hêjta jî der barê xweragiriya laşê mirovî de tiştên nû fêr dibe.

Me jî sebaret bi xwe ragirtina laşê mirov çend xalên sereke nivîvîn.

Germa laşî

Heger germa laşê mirov bigehe 107.6F(42C) pileyan eve dibe hokarê mirina mirovî

Ava sar

Ava sar germa laşê mirovî dişkîne. Ji ber vê mirov di nava aveka 40F(4.4C) pile de tenê dikare 30 xulekan xwe ragire.

Hewaya germ

Mirovek di nava malek an jî madenekê de, di nava 300F (148.8C) germê de tenê dişêt 10 xulekan xwe ragire. Zarok di nava tirumbêleka germ ya 120 (48.8C) pile de bi şokê dimirin.

Boşahiya esmanî

Ji bo kesên ku di gurcîskên wan mezinin û hezmareka zêde ya xaneyan heye, heta bilindahiya 15.000 feet`an jî (4572m) arîşe çênabe.

Bin avê
Bêyî çi tiştek di berde be pirraniya mirovan dişêt heta 60 feetan (18.28m) bin avê de bimîne lê di nav 2 xulekan de li ser hişê xwe ve diçe. Baştirîn melevan jî heta 282 feetan (85.95m) dişên biçin bin avê.

Bêyî oksîjenî

Heger mirov bêyî oksîjen bimîne di nava 2 xulekan de li ser hişê xwe ve diçe. Mirovên baş rahênan kiribin û perwerde dîtibin dişên heta 11 xulekan jî bêhna  xwe bêyî henase bigrin.

Çûna xwînê

Heta % 30 ji xwîna mirov jî biçe mirov dişêt bijî. Lê heger ji % 40 xwînê biçê divê bi lezgînî xwînê werbigre. Nexwe mirov yekser dimre.

Birsîbûn

Bêyî xwarin mirov dişê heta 45 rojan xwe rabigre lê wê demê jî mirov ji %30 giraniya laşê xwe ji dest dide û nêzîkê mirinê dibe. Beriya birsîbûnê mirov ji ber nesaxiyê dimre.
Têhnîbûn
Her xaneyên laşê mirov pêdivî bi avê heye. Divê mirov her roj herî kêm lîtreyek avê vexwe. Mirov bêyî av tenê dişêt hefteyekê bijî.