Gelo Tirkî dest danî ser perê nefta Kurdistanê?

Li gorî di medyaya fermî ya Goran de hatî belavkirin dewleta Tirkî dest daniye ser perê neftê yê Herêma Kurdistanê. Li gorî nûçeyê ji ber vê yekê ye belavkirina pereyên fermanbaran dereng ketiye. Li gorî hatî diyarkirin, Dewleta Tirk dixwaze bi desteserkirin an ku derengxistina pereyên neftê çend armancên xwe li ser Herêma Kurdistanê û PDK bisepêne.
Li gorî agahiyên tora medyaya Goran, nêzîkî 20 roje tirkî astengî ji bo kişandina pereyên neftê yê Herîma Kurdistanê yên di Halk Bank de derdixe.
Li gorî zanyariyên di medyaya Goran de hatî belavkirin, Dewleta ji bo ku nîgeranên xwe derbibire û ji aliyên Kurd re ragihênê bangî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û tê hizirandin di rojên pêş me de Nêçîrvan Barzanî biçe tirkiyê û li gel Erdoxanî, Bînalî Yildirim û rayedarên Hêzên Îstixbarata tirkiyê bêyî çavdêriya medyayê bicive.
Di zanyariyan de tête gotin ku dewleta Tirkî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya ku PDK têde bi dakokî ye naxwaze û ji bo vê yekê jî, bi taybet ji bo astengkirina Referandûmê li Kerkukê û deverên dîtir yên di bin nîra Kurdan de, dixwaze Kurdan tengav bike û ji bo vê yekê jî pereyên neftê bikar tîne.
Li gorî zanyariyên medyaya Goran, Wezareta Darayî û Aborî diviya 10 ê vê mihê mûçekê fermanbaran belav bike lê belê tête gotin ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye diyarkirin ku hetanî arîşeya li beyna wan û herêma Kurdistanê çareser nebê divê mûçek neyête belavkirin derveyî yê wezareta Pêşmerga.
Awêne