Gelo YNK belav dibe? | Şirove

Gelo YNK belav dibe? | Şirove

 

Yek jê partiya herî bihêz û sereke yê Başûrê Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), serdemeke hestyar dijî. Vê partiyê ji sala 1975’an heta niha, di diyarkirina rewşa çarenûsa herêma Kurdistanê de, di qada siyasî û civakî de, roleke giring hilgirte ser milê xwe. Lê niha bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî ve mijûl e û her ku çareseriya pirsgirêkan giro dibe qeyran jî ew hinde kûr dibe.

YNK ji ber nebûna hevgirtin û lihevhatina navxweyî, ber bi xeteriya perçebûnê ve diçe. Êdî aşkiraye ku di nava YNK de fraksiyonên cûda yên xwe weke serkirde dibînin, zû bi zû nabin yek, nabin xudan yek helwest û yek biryar. Ji ber vê jî derza di nava partiyê de kûrtir dibe.

Ji nihave çarenûsa YNK nediyare û nêrîna hevpar jî ewe ku dibêjin heger wesa berdewam bike dê ev partiya bihêz û xudan dîrokek giring, ji bo xwe rêyeke nû hilbijêre. Ji xwe ji mêj ve pêwîst dikir ku YNK rewşa xwe ya navxweyî, polîtîkayên xwe, geşedanên giştî yên herêmê, ji nûve şirove bike û guhertinên bingehîn pêk bîne. Ji ber ku di dema veqetîna veqetîna Tevgera Goran û herî dawî jî di encamên hilbijartinên dawî de jî diyar bû ku partî bi hebûn û qalibê xwe yê berê nikare mîna berî piştgiriya gel bigre.

Piştî derketina Tevgera Goran –ku piraniya vê tevgerê ji nav refên YNK qut bûn- hêza siyasî û ya komaleyetî ya YNK jî perçe bibû. Lê dîsa jî YNK li herêmê partiya duwem bû û hevparê bi hêz yê kualîsyona hukumeta herêmê bû û di nava siyaseta İraqê de jî xudan gotin bû. Lê qeyrana ji par û vir ve rewşeke cidî derxistye holê û diyare ku ev yek jî tenê bi restorasyoneke seranser çareser nabe.

YNK jî mîna piraniya partî û rêxistinên din yên Rojhilata Navîn partiyeke serokatiyê ye. Her çend cûdabûn hebin jî hebûna serokatiyan di her qonaxekê de, pêşiya belavbûna tevger, ceamet, tarîqat û partiyan digre.   YNK bi gotinek din Celal Talabanî ye. Ji lewra nebûna Mam Celal sedemê sereke yê qeyranê ye.

Piştî xirabûna tendurustiya serokomarê İraqê û sekreterê giştî yê YNK Celal Talabanî, di postê serokatiya YNK de valahî derket. Di vê rewşê de YNK hewl da ku ji hilbijartinên herêmê jî bê ziyan derbikeve. Lê belê encamên hilbijartinên herêmê ji bo vê partiyê xusran bû. Rêjeya dengên ku wergirt ew ji misyon û hêza xwe ya berî xist. YNK di hilbijartinan de kete pişt Tevgera Goran. Hêza xwe wenda kir.

Ji bo çaksaziya di nava partiyê de û rizgarbûna ji vê rewşa krîtîk hewcedarî bi kongreyê û ji nûve sererastkirina rêveberiyê û diyarkirina stratejî û polîtîkayan dikir. Di plenuma dawî de biryar hate dayîn ku di nava 3 mehan de kongre pêk were. Heger di vê maweyê de kongre pêk neyê wê demê rêveberiya partiyê rasterast bêyî erk û wesf bimîne.

Ev dem tijî bû, lê hîna jî YNK kongreya xwe pêk neaniye. Zelalnebûna rewşa tendurustiya Mam Celal karîgeriyê bi awayekê nerênî li vê rewşê dike.

Ji aliyê din ve her sê kesên bi hêz yên di nava YNK de ji bo hilbijartina sekreterê nû, nabin xudan biryarek hevbeş û li hev nakin. Hevjîna Mam Celal, Hêro İbrahîm Ehmed, cîgirê yekem yê sekreterê giştî Kosret Resûl û cîgirê duwem Behrem Salih, bi tevê rêzecivînên navxweyî jî hîna negehiştine tu rêkeftinekê. Her weha Kusret Resûl û Berhem Salih jî beriya demekê her yekê ji postê xwe vekêşiyan. Beriya niha jî hin endamên din yên rêvebiriya vê partiyê dest ji kar kêşabûn.

Di vê qonaxê de hewldanên Hêroxan mînaka jina Bulent Ecewîtê serokwezîrê berî yê Tirkiyê û serokê DSP’ê, Rehşan Ecewît tîne bîra mirov.

Li gor nûçeyekê di rojnameya Awêne de derket, cîgirê duwem Behrem Salih gotibû ku sekreteriya giştî ya YNK mafê wî ye. Lê piştî hingî hate gotin ku ev nûçe ne raste û Behrem Salih daxwaza post û erk nake, tenê daxwaza çaksaziya di nava partiyê de dike. Her weha li gor agehiyan Kusret Resûl jî helwesta xwe ya dest ji kar kêşandinê hindek din jî nermtir kiriye. Lê belê eve jî hêviya yekbûna nava Yekêtî de nade.

Ji bo çareserkirina vê rewşê hewldanên derve jî heta niha ti encamek berçav dernexistine holê. Di çapemeniyê de der barê rewşa YNK de nûçeyên balkêş têne belav kirin. Yek ji van nûçeyan dibêje ku Îranê piştî civîna li gel endamên rêveberiya vê partiyê diyar kiriye ku heger ew li hev nekin û vê qeyranê çareser nekin dê êdî piştgiriya YNK neke û wan bi halê xwe ve bihêle. Her weha serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo hevkarê stratejîk yê PDK ji vê qeyranê xilas bibe, hewl bide ku endamên serkirde yên partiyê bîne ba hev.

Ji bo paşeroja herêmê û her weha avabûna hukûmeta herêmê jî rewşa YNK giringe. Piştî hilbijartinan heta niha hukûmeta nû herêmê hîna nehatiye sererast kirin. Hevdîtinên di nava partiyan de berdewam dikin. Lê zelalnebûna rewşa di nava YNK de jî karigeriyê li vê yekê dike.

Her weha di dema pêş me de hilbijartinên parlamentoya İraqê û hilbijartinên encûmena parêzgehan jî heye. Di warê yekîtiya helwesta Kurd ya li İraqê de jî zelalbûna rewşa YNK giring e.

Xulase bi vê meşê YNK weke partiyeke kevnar û xudan dîrokek giring, ber bi kê derê ve diçe, ne diyare.

Gelo dê bikare di nava xwe de îradeyek hevpar derbixe, hêza xweguhertinê pêk bîne û vê qeyranê derbas bike? Dê di nava siyaseta herêmê giştî de û hikûmeta nû de di kîjam astê de cîh bigre? An dê berbi avahiyek nû biçe?

Ev mijar hêviya bersivêne.

Şirove Rewanbej.net