George H. W. Bush Mandela kuşt

George H. W. Bush Mandela kuşt

Serokê berê yê Emerîkayê George H. W. Bush, an ku bavê  George Bush bêyî ku Mandela bimire peyamek sersaxiyê ya li ser mirina serokê efsanewî weşand. Ji ber vê peyamê rayagiştî ya Emerîkayê şok jiyan kir.

Rawêjkar Jim McGrath bi navê serokê berê yê Emerîkayê George H. W. Bush  bêyî ku Nelson Mandela bimre peyameke sersaxiyê weşand û tê de got: ’Ji ber ku min mirovek wek wî nas kir, ez serbilind û şanazim. Mirina mirovek mezin yê azadîxwaz min û hevjîna min Barbara xistiye nava xemginiyê de.’

Li gor nûçeya rojnameya The Telegraph Bush di peyame xwe de gotiye Mandela ew kesên ku bi neheqî 26 salan ew kirine zîndanî efû kiriye û bi vê awayî nîşan daye ka çi mirovek mezine û ew jî weke serokê dewletekê li hember vê helwestê mat bûye. Bush gotiye; wî mirovê mezin bi wêrekiya xwe ya muazzem dîroka welatê xwe guhert. Ez û Barbara li hember Mandela rêz digrin. Ji bo malbata wî û welatê wî sersaxiyê dixwazin.

Piştî belavkirina vî peyamî rawêjkar McGrath xeletiya xwe ferq kir û lêborîna xwe xwest. Rawêjkar got: ’Min di rojnameya Washington Post News de manşeta nûçeyekê xelet xwend. Ji ber vê min kêmasiyek bi ehmeqî kir. Ji ber vê lêborîna xwe dixwazim.’

Rewanbej.net