Girtiyên doza KCK yê Wanê serbest berdan

Girtiyên doza KCK yê Wanê serbest berdan

Îro li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê 8 siyasetmedarên ku di sala 2012’ê de  di çerçeveya operasyonên  ’KCK’ê’ de hatibûn girtin hatine serbestberdan.

Di çarçoveya operasyonên dijê KCK di sala 2012 de li Wanê jî 23 siyasetmedar hatin girtin. Di nava wan de 8 jê girtî 15 siyasetvanên Kurd yên diderbarê wan de doz hatibû vekirin, di rûniştina dozê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat.

Dadgeha ku pêştir biryara berdana 7 siyasetvanên kurd dabû, 8 siyasetvanên kurd yên ku girtî bi boneya ’Sucên kêm û wê bêne guhertin û demê wan ê girtî li ber çav girtin’ biryara berdana wan dan. Dadgehê biryara darezandina berdayî  ya Alîkarê Şaredariya Bajarê mezin Sait Kantarcioglu, Endamê Berê yê Meclisa Şaredariyê Naci Erkol, Serokê MEYA-DER’ê Îbrahîm Alkan, Rêveberê BDP’a Bajêr ê Berê Îsmaîl Demir, Xebatkarê Navenda Giştî a BDP’ê Huseyîn Dag, Rêberê BDP’a Navçê yê Berê Naif Ugraş, Serokê Şaredariya Çelebibag Veysel Keser û Rêveberê BDP’a Navçê yê Berê Naim İşik da.

Dadgehê rûniştina dozê taloxî 24’ê Kanûna 2013’ê kir.