Gola Urmiyê

Gola Urmiyê bi ava Ermenîstan û Georgiyayê pir av dibe
Nûnerekî parlementoya Îranê dibêje, li gor pilanekî ku di qonaxa lêkolînê de ye, pir av kirina gola Urmiyê ku êdî bi temamî ber bi hişik bûnê ve diçe, bi riya Ermenîstan û Georgiya yê dê bê pir av kirin.
Nûnerê bajarê Şebisterê Elî Elî Lû di parlementoya Îranê de
gotiye, projeya veguhestina ava gola Caspian bo gola Urmiyê serkeftî nebûye. Navbirî sedema vê yekê, nepaqijî û buhayê giranê veguhestina avê ji bakurê Îranê ragehandiye.
Li gor gotina Elî Lû ji 36 mîliyar metra çargoşe ya ava gola Urmiyê du mîliyar metra çar goşe maye.
Li gor zanyariyên vî nûnerê parlementoya Îranê, veguhestina avê bi riya sê wîstgehên pompajê ku 60 heya 80 metrên çargoşe ya avê ji kanî avên ’’Kira’’ û ’’gola Sêwan’’ê dê bê kirin.
Gola Sêwan (bi Ermenî/Սևանա լիճ) ku di şêst kîlometriya bakurê rojhilatê paytexta Ermenistan Êrîvanê ye, yek ji mezintirîn golên ava şirîn a cîhanê ye.
Di çend salên borî de hişik bûna gola Urmiyê ji xeynî nerazîbûnên rêxistinên hawirdorparêziyê bû sedema nerazî bûna hevwelatiyên Îranî, tirkên Azerî û Kurdan.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di yekemîn rûniştina kabîneya 11’mîn de biryar dabû ku komîsyonek jibo rizgarkirina gola Urmiyê bê avakirin.
Gola Urmiyê heta sala 1996’ê di rêza yek ji mezintirîn golên sûr yên cîhanê de bû.
Rewanbêj/ Dêrsim Oremar