Gora Salvador Dalî hate vekirin

Gora Salvador Dalî hate vekirin

Gora Salvador Dali hate vekirin
Ji bo sepandina Bavtiyê gora wênevanê navdar yê Spanyolî Salvador Dali hate vekirin.

Bi boneya jina bi navê Maria Pikar Abel dibêje ew keça Salvador Dalî ye û daxwaza mîratê Dali dike, Dadgeha Madrîdê meha çûyî biryar da gora Dalî bête vekirin.

Piştî vekirina gora Dalî dê lêkolîn li ser diran, hestî û neynûkên wî bête kirin.

Falbêja 61 salî ya Tarot ê Abel berîya du salan derbirî bû ku ew keça Dalî ye û derveyî zewacê bûye. Abel derdibire ku dema dayîka wê wekî cêriya malê kar dikir di salên 1950 de bi dizî têkiliya wê li gel Dalî çêbûye.

Wênevanê navdar yê Spanyayê Salvador Dalî, di sala 1989 ê di 85 saliya xwe de mir.

Termê Dalî hatîye mumyekirin ji ber vêya jî dema gora wî vebû her tiştekî wî, amûratên laşê wî, simbêlên wî wekî xwe mane.