Gorên Ji Serdema Antîk yên Li Misira Kevn

Şûnwarnasên Misirî li bajarê Luksorê(El-Uksor) destpê kolana du gorên nû kirin. Khaled al-Enaniyê wezîrê serdema antîk wiha dibêje; “Gorên nû qet nebe 3.500 salî ne û tê de mûmya, peyker, kûzik, nivîsk û mohrên gorê hene û em li benda hin vedîtinên din in.”
Rayedarên Misirî radigihînin ku gorên nû ji xanedana 18an ya ji Misira kevn in. Gorên ji serdema Misira kevn bîst sala berê hatibûn vedîtin û lê heya vê gavê xebateke berfireh li ser her du gorên nû nehatibû kirin. Khaled al-Elnani berdewam dike; “Ji bo milletê Misirî îro rojekî pirr girîng e, em ê bi xebatên xwe serdema bav û kalên, kar û berên kalên xwe, dîrok û çanda xwe bêhtir binasin.”
Gorên ji serdema antîk nêzikî bajarê Luksorê û li tenişta pîrozgeha Hatşepsût û newala qralan e. Xwediyê gorên nû kî ne, hê jî nahête zanîn, lê dibe ku her gorên nû yên kesên ji ewlehiya xanedanê berpirsiyar bûne, ne.
Gorên nû ji rêzê vedîtinên şûnwarnasî yên li Misirê di vê salê de hatine vedîtin, yên dawîn in. Şûnwarnas di meha nîsanê û di goreke din ya li Luksorê ye, heyşt mûmyayên din vedîtibûn. Dîsa di meha adarê de li bajarê Qahîreyê vedîtina peykereke mezin pêk hatibû ku peyker yê qral Psamtîkê (Psammetîkûs) bûye.
Çavkanî: Belga