Gorran dixwaze hejmara parlamenterên Mesîhî û Turkmenan kêm bibe

Inayet herwiha di gotara xwe de goman dixe ser niştîmanperwerî û dilsozîya ewan pêkhetayên Kurdistanê û dibêje, ku ewane her alîgirên desthilatê bûne, çi desthilata Beisîyan di berê de û çi desthilata niha ya Kurdistanê û radigihîne ku ´´ bila em gelek dilê xwe bi niştîmanperwerîya wan xweş nekeyn.´´
Di hember ewan gotinan de, Romiyo Hekarî serkreterê giştîyê partîya demokrasîya Beyt Nehreyn a Aşûrî di bêjedanekê de ji ajansa nûçeyan a Peyamnêr PNA re ragihand, ku ´´em çaverê ne li ewî birêzî û hemû xemxorekê mafê kêmîneyan ku daxwaza mafê zêdetir bo me bikin nek daxwaza kêmkirina mafên me bikin.´´
Romiyo Hekarî herwisa got:´´ em xemxorê avakirina xîmeke bihêz a demokrasîyê li Kurdistanê ne.´´ Hekarî daxwaz jî kir ku ´´rê bi ewan kesane nehête dan ku mafên neteweyên dinên Kurdistanê binpê û kêm bikin.´´ Hekarî daxwaz ji evî kandîdê Goran jî kir ku ji axavtinên xwe poşman be û ewe aşkira kir ku qiseyên Inayet yek wate heye û ew jî ´´qebûl nekirina hev û redkirina beramber û nebûna bawerî bi neteweyên dine.´´
Di beşeke din a bêjedana xwe de Romiyo Hekarî supasîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku berdewam hevkarîya mesîhîyên hemû Iraqê û Kurdistanê dike. Hekarî tekez jî kir ku ´´pêywîste kursîya kota bihê zêdekirin.´´
Herwisa Beşar Necmedîn endamê Turkman ê parlemana Kurdistanê di bêjedanekê de li hember ewan gotinên kandîdê tevgera Goran, ji PNA re ragihand, ku ´´ maf û hêjayîya me ji ewê kotayê zêdetire û mafê neteweyî bi kursî nahê diyarkirin û ewa ku heye tenê bo beşdarîkirina di parlemanê de ye.´´
Beşar Necmedîn herwisa got ku aya ew endamê tevgera Goran li ser çi bingehekê daxwaza kêmkirina kursîyên kota dike û çi amarek di ber destê wê de ye. Ew rêjeya me, li gor rewşeke siyasî hatiye diyakirin û danîn ku emên Turkman li nawçeyên Kurdistanîyên derveyê îdareya herêma Kurdistanê dijîn, weke Kerkûk û Tilefer.´´
Ew ednamê Turkmanî got:´´ qiseyên Omer Inayet belge ye li ser netêgihîjtin û nebûna bawerî bi pêkvejîyanê û ji namobûna bi aştî û birayetî ve dihêt.´´ Beşar Necmedîn tekez jî kir, ku ´´kengê dema ewê yekê maye ku maf bihê standin ji xelkê, ev rojgare, rojgara demokrasîyê ye û ew kese dixwaze dengê xwe di ragihandina de bilind bike û hîç hincetek bo gotinên wî nîne.´´
Ji maweya dirustbûna tevgera Goran ve heta niha bi hokarê helwêsta namo ya serkirde û rayedarên evê tevgerê dij bi prensîpên demokrasî û pêkvejîyanê û qebûlkirina bermaber, çendîn kadir û berpirs û endamên evê tevgerê dest ji endamtîya Goranê dest berdabûn û Goran niha di qeyraneke aloz de ye.