Gotinên Pêşîyan - 50 Hezar gotin têne çapkirinê
Li gel sedan pirtûkên Kurdî yên nirxbilind, pirtûkeke taybet jî çap dibe. Pirtûka bi navê Gotinên Pêşîyan, di weşanxaneya Sîtavê de, bi berheva nivîskarê Kurd Mehmed Oncu tête weşandinê.
Li gorî ragihandina weşanxanê tête diyarkirin ku ev pirtûk dê ji 50 hezar gotinê pêşîyan pêk tê. Ev gotinana ji alîyê nivîskar Mehmed Oncu ve hatine berhevkirinê. Berhema ku wê di rojên pêş me de bête çakirinê ji 4 cildan û her cildek 1250 rûpelî pêk tê, tev de ji 5 hezar rûpelî pêk tê.
Di ragihandinê de tête gotin, gotinên pêşîyan li gorî beşan hatine rêzkirinê û ji 235 beşan pêk tên. Di heman demê de, tê ragihandin ku di berhemê de zêdetirî 2 hezar çîrokê van gotinan jî hatine nivîsîn.
Ji alîyê weşanxanê Sîtavê ve şêwazekî nû pêk hat û berhem berîya bête çapkirin ji bo firotinê hate ragihandin. Ji ber mesref û buhayê çapê û sextîyên darayî, weşanxanê piştgirîya xwendekaran xwest. Herkesekê dixwazin vî berhemî werbigrin dikarin, berîya berhem bête çapkirinê qewîtîya xwe bide û bûhayê berhemê bişîne ji weşanxanê re.
Piştî vê ragihandinê wekî Hêvî Group û malpera Rewanbej me jî yekser piştgirîya xwe ji bo weşanxanê ragihand û bîryar da ji 10 desteyan bêhtir vî berhemî bikirin û ji bo piştgirîyê hewl bidin xwe bighînin bêhtir xwendekaran da ku berhemî bixwazin.