Govara Film Comment 50 filmên herî baş yên sala 2013 hilbijart

Govara bi navûdeng Film Comment 50 filmên herî baş yên sala 2013 hilbijart. Li gor vê filma Inside Llewyn Davis, an ku ’Tu jî stranên xwe bijene’ weke filma yekem hate hilbijartin.

Filma Inside Llewyn Davis demjimerêk û 45 xulek in û derhênerê filmê Ethan Coen û Joel Coen in. Lîstikvanên sereke jî Oscar Isaac, Carey Mulligan, Justin Timberlake ne.

Senaryo: Sal 1960 û cîh Amerîka ye. Li bajarê New Yorkê Llewyn Davis, hewl dide bi mûzîkê debara jiyana xwe bike. Xelk ji Davis hez dike. Lê jiyana dijwar ya bajêr serpêhatiya wê jî diguhere.

Komekê hevalên wî dimrin û ew jî di bin karîgeriya wê de dimîne. Di vê navberê de firsendek dikeve dest û menacer Bud Grossman wî vedixwînepêşbirka stranan û bi vî awayî seyra jiyana wî diguhere.

10 Fîlmên din yên serke ku hatine hilbijartin jî ev in:

2. 12 Years a Slave  3. Before Midnight  4. The Act of Killing  5. A Touch of Sin  6.  Leviathan  7. Gravity  8. Computer Chess

9. Frances Ha  10.  Upstream Color

Fragmana  Inside Llewyn Davis- Tu jî srtanên xwe bijene: