Kovara TIME di rûpela xwe ya pêşiyê de cih da mirina mêşên hingvînê

Kovara TIME di rûpela xwe ya pêşiyê de cih da mirina mêşên hingvînê

Govara navdar ya heftane TIME di hejmara xwe ya vê hefteyê de mijara kêmbûna hejmara mêşên hingvînê di rûpela xwe ya pêşiyê de weşand. Zanyar dibêjin kêmbûna kewara mêşên hingvînê û mirina wan weke têkçûna hilweşandina koloniyê (Colony Collapse Disorder) dihête pênase kirin.

Filozof û fîzîkzanê navdar Albert Einstein digot: ’Heger mêşên gingvînê li ser rûyê cîhanê nemînin, tenê 4 sal temanê mirovahiyê dimîne.’ Mirin û kêmbûna hejmara mêşên hingvînê di cîhanê de bû mijara gotubêjan. Govara TIME di hejmara xwe ya vê hefteyê de bal dikêşe ser vê mijarê. Mêşên hingvînê polenan vediguhezînin û bi vî awayî dibin sedema ajdana şitlên nû yên daran. Ji ber vê weke hevgirtina sîstema çandinê pêk dihînin. Lê belê heta niha jî zanyar nizanin ka ji ber çi mêşên hingvînê dimrin.

Li gor nûçeya govara TIME mirina mêşên hingvînê û kêmbûna kewarên wan weke têkçûna hilweşandina koloniyê bi nav dikin. Di nûçeyê de sedema mirina mêşên hingvînê weke dermanên çandinê yên kîmyewî û kêçên pir biçûk û çandina tenê curreyekê nebatê, dihête destnîşankirin. Dihête gotin ku candina genim û garisê ku polenên wan kême dibe egera mirina mêşên hingvînê.

Di nûçeyê de dihête gotin ku her sal 100,000 curreyên zindiyan tune dibin. Eve jî kar li ser tunebûna curreyên mêşan dike.

Ji nûçeya T24

Werger: Zeyat Brusk