Guardiyan: Heger bahara Kurdan pêk were eve dê bo Erdogan bibe xelat

Rojnameya The Guardiyan diyar kir ku heger ji bo pirsa Kurd çareseriyek mayînde peyda bike eve dê ji bo serokwezîr Erdogan bibe weke xelata serokatiyê.
Di gotara sernivîsa rojnameya Guardiyan de amaje bi vê dihête kirin ku dema derbasbûyî gavên bo çareseriyê hatine avêtin bûne goriyê rûdanan û hikumetê vê carê aşkira diyar kiriye ku ew di gel PKK’ê hevdîtinan dike, eve jî guhertinek giringe.
Di 30 salên dumahîkê de gelek caran hewldanên aşitiyê çêbûn lê hemû jî bi lez têk çûn. Qonaxa ku 34 kesên PKK’yî hatin û ji Xabûrê derbasê Tikriyê bûn dema qonaxek nû bû lê, bi kaosê encam bû… Çi kesan amadekarî ne kiribû. Lê vê carê rewş cudaye. Serok wezîr Erdoxan li ber çavê raya giştî emir da serokê MİT’ê da di gel Ocalanê 14 sale di girtîgehê de ye, hevdîtinan bike.
Di berdewama gotara Guardiyan de dihête gotin hêjta gelek astengî hene heta 10 hezar çekdarên PKK’ê çekên xwe daynin lê, daxwazî û hêviyên Erdogan û yên siyasetmedarên Kurd hev digrin. Guardiyan dibêje: ’Heger bahara Kurdan pêk were, tenê şerê ku bûye hokarêmirina 40 hezar kesan nasekine, her weha eve ji bo her du aliyan jî dibe xelat. Ji bo Kurdan li hevhatin dibe egera amadekirina destûreka nû, guhertina qanûna dij-terorê. Her weha fişara mezin ya li ser hezaran endamên bizava siyasî ya Kurd jî bi dawî dibe’.
Guardiyan destnîşand dike ku heger Erdogan ji bo pirsa Kurd çareseriyek mayînde peyda bike dê Kurd jî harîkariya wî bikin û eve jî dê ji bo wî rêya serokatiya Tirkiyê veke û bibe xelat. Rojname angaşt dike ku çê dibe ku di dumahîka vê qonaxê de serokê PKK’ê jî azad bibe.
Guardiyan her sê jinên Kurd yên di meha Çilê de li Parîsê hatin qetil kirin bibîr dihîne û dibêje ku bawerî ewe ku ev jin ji bo asteng kirina qonaxa aşitiyê hatin kuştin. Rojname artêşa komarger ya Îrlende û PKK’ê dihîne ber hev û wesa dibêje:
’Ji bo agirbesa PKK’ê hêjta gelek maye. Dê 2 hezar şervan ji çiyayên Tirkiyê dakevin, 6-7 hezar şervan çekên xwe li Hewlêrê radestê Barzanî biki. Eve qonaxek dûr û dirêje. Li beramber vê çekdanîna ÎRA’yê weke meşa di parkê de ye. Nivîs weha encam dibe: ’Hêjta bo aşitiyê gelek maye lê, piştî ew hinde hilweşînê pêk ve diaxivin, eve jî pirr başe’.
Rewanbêj.com