Gundek li ber çemê Amstelê
Dihunê dema di ser pira Berlagebrug ê ve dimeşîm, wekî di navbera du cîhan, du jîyan, du çandan re bimeşim, li jêr tîrêjên dijwar yên roja havînê de, bi xwêdana bêhn li min çikand de, dilê min ji tîrêjên rojê bêhtir germ û şa bûbû.
Li alîyê raste avayîyên bilind yên ji hesin û camên mezin pêk dihatin, li alîyê çepê keştîyên biçûk û mezin yên di nav çemê Amstelê de rojên destpêkê yên avabûna Amsterdamê bi xwere dianîne îro. Dema ez dihizirîm ev bajarê nehîteyî, ev bajarê bê ser û bin, ji çend dorpêçên avê pêk tê û xwedan du milyon û nîv niştecihî ye, berîya bi heşsed salî tenê gundek bû û ji êlekî hollendî pêk dihat, wê demê bêhtir heyfa min bi bajarên dergûşa şaristanîyê bajarên Kurdistanê hat. Ji Mehabad hetanî bi Rihayê her bajarekî Kurdan di dema xwe de navendeka mezin ya berheva mirovan bû. Her ava dîrokê herikî bajarên me biçûk bûn, helîyan, ziman û reng û awayê wan hate guhertinê. Lê Amsterdama li ser çemê Amstelê hatî avakirinê di salên 1200 î de gundek bû. Ji alîyê masîgiran bi avakirina bendavekê û aşên avê û çend xanîyên ji texta çêkirî li ser avê hatî avakirin berbi bajarbûnê ve hatibû. Îro jî bûbû Metropoleka mezin. Berheva bi dehan çand, ol û bawerî.
Di wateyekê de, Amsterdam bûbû cih û dever û hêza avakirina welat û paşê jî dewleta Hollandayê. Ji ber Amsterdam bi Deryaya Bakur an ku Zê ya Bakur ve kevî bû, pir zû bûbû navenda bazirganîya Ewrûpa bi welatên dîtir yên cîhanê ve. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje Amsterdam dilê Hollandaye.
Van herdû rojan bawerim çarîyeka Amsterdamê gerîyam. Dibe nîvî jî be. Pîvana germîya tîrêjên rojê 37 bû û em her dimeşîn û dimeşîn.
Hemî rûbarên çêkirî yên nava bajêr wekî hev bûn. Gelik caran keştîyên nav avê, xanîyên di nav avê de – ji wan re xanîyên di jenin- dihate gotin jî wekî hev bûn. Her dema min wêneyek digirt pêwist nedikir li ser pira dîtir wêneyekî dîtir bigrim.
Amsterdam herî bêhtir bi xanîyên xwe yên textî, yên li ser avê hatî avakirin navdar bû. Li gel vêya jî bi heşîşa xwe, sikakên xwe yên teng yên tijî dikan û firoşgeh. Ez heşîşê nakşînim lê bawerim wateya heşîşê ji ya cigarê pir zêdetire. Hîna jî nizanim çi wateya cigarê heye. Qehwexaneyên heşîşê jî bala min kişandin. Pastexane, Qehwexane û gelek xaneyên dîtir yên heşîşê sikak di xemilandin.
Sikakên bajêr di nava rojê de dem bi dem dihatine paqijkirinê. Kulîlkên li kevîya hesinên pira, duçerxên hemî sikak di xemilandin, bajar tev, her anîşk, her kolan, her kevî, her dîwar wekî şûn û cihê civan an ku jiwana evîndaran lê dikir. Siruşt, hertim min sermest dike, lê belê ev bajarê bi destê masîvanên Hollandî ve, di qonax û mercên dijwar ve bihurî û gihiştî vê rojê ez sermest kiribûm.
Parkên navgihînan an ku yên terembêla, alîyê herî xirab yê bajêr bûn. Di warê mesref û giranbûn û behabûnê de hindekî wekî Venedîkê bû. Xwarin li Hollanda bi giştî giran bû lê li Amsterdamê jî bi taybet giran bû. Bawerim ew jî berdêla romantîzma bajêr bû, heman wekî Venecîa.
Gera Amsterdamê, ya vî bajarê kevnar û dîrokî, vî bajarê ku erda ewrûpa bi deryayê ve girê dida hinavê min aram kiribû. Bajarekî xweş bû. Her ku çavê min bi xweşîya wê dikir, xwezîya min bi wê yekê dibû ez rojekê dîsan jî bêhna wê axê jî bikêşim hinavê xwe, axa ku ez lê bûyî û min bi bêhna wê dest bi jîyanê kirî.