HDP Yekemîn kongreya xwe lidarxist

HDP Yekemîn kongreya xwe lidarxist

Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yekemîn kongreya xwe ya awarte bi drûşma “Ev hêj destpêk e” li Enqereyê pêk anî û di kongrû de Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu weke hevserok hatin hilbijartin.

Partiya Demokratik a Gelan HDP’ê, Yekemîn Kongreya Awerte bi dirûşma “Ev hîn destpêkek e” weke “Kongreya Mezin” tê binavkirin, li hola Ahmet Taner Kişlali pêk anî. Li nava holê pankartên mezin ên bi 15 zimanan “Merhaba” û “Rêwîtiya ber bi Hêviyê ve” hatin daliqandin.

Hevserokên HPD’ê Fatma Gok û Yavûz Onen, Parlamenterên BDP’ê, Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, Serokê Giştî yê EMEP’ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê PSAKD’ê Kemal Bulbul, Serokê berê yê DEHAP’ê ku xwe fesih kir Tûncer Bakirhan, lîstikvan Yûsif Çetîn, Alîkarê Hevserokên BDP’ê Hamît Geylanî, Alîkarê Serokê Giştî yê FÎDH’ê Yûsif Alataş û delegeyan gelek kes di kongreyê de amade bûn. Kongre pişti axaftinan bi hilbijartinê berdewam kir. Di hilbijratinê de ji bo Hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu hatin hilbijartin. Ji bo Meclisa HDP’ê 80 yûn esil û 25 kes jî yê cîgir bi giêtî 105 kes hatin hilbijartin. Kongre bi konsera Kardeş Turkuler bi dawî bû.

Hersê parlamenterên BDP’ê Sebahat Tuncel, Sirri Sureya Onder û Ertugrul Kurkçu beriya niha ji BDP îstîfa kirin û daxuyandin ku ew dê partiyek nu yê çepgêr de siyasetê bikin.

Jêder ANF