Hejmara endamên torbenda civakî EZUEM kêlî bikêlî pir dibin

Torbenda civakî ya Kurdan ku di rojên dawî de kete rojeva ragihandin û çapemeniya Kurdan de, torbenda civakî ezuem di demeke kin de xwe gihande bi hezaran endam.
Ezuem di dawiya meha Adara 2013 an de bi sistemeke nezîkî facebook e, dest bi karê xwe kir. Lê di destpêkê ve ji aliyê bikarhênerê Kurd yên internetê ve pir jî bal nekişand.
Ji ber ku hindekî nêzîkî sistema facebook ê bû bikarhêner bi guman nêzîk bûn.
Lê him li gorî rêvebirên Ezuem, him jî li gorî sistema ezuem diyare ku dê bi gelek aliyên xwe ve ji facebook ê cûdabe.
Berî hertiştî jiber ku bi hemî zeraveyên Kurdî sistem hatiye danîn bê astengî dê karibe xwe bigehîne hemû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, ev yek jî dê bibe egera ku Kurd şûna facebook ê, Ezuem a xwe bikar bihênin.
Xala dîtir jî ya herî giring ya Ezuem ku rêvebiran bal kişandî ser eweye ku dê ezuem xwe li gorî daxwaz û pêdiviyên bikarhêner û endaman çêbike. Di nava Formên xwe de dê cih bide gelek mijarên Kurdewarî û dê sistem di çarçoweya xwestek û pêdiviyên netewî yên Kurdî torbenda civakî bimeşîne. Wekî tê zanîn facebook ne taybet ya hindek netewaye û facebook xwe li gorî bikarhêneran çênake. Lê bikarhêneran li gorî xwe dimeşîne û fêrî xwe dike.
Xalekî dîtir ya Ezuem a Kurdan ku ji Facebook cûda dibe ewe ku dê gelik leyistik,sîstemeke giftûgo(chat) ê ya taybet û gelek tisten nû û pêşketî di nav xwede pêş bixe.
Ezuem piştî ku di çapemeniya Kurdî de kete rojevê bi yek carê hejmara endamên xwe pir bûn.
Li gorî rêvebirên Ezuem ê diyar kirî di van du rojên dawî de 1300 kes nû bûne endam û hertim jî parvekirin pêk tên.
Hejmara endamên Ezuem êdî gehiştiye 2500 kesî.
Wisan diyare ku gumanên gelik çavdêrên Kurd dê rast dernekevê û him soran,him kurmanc, him jî zaza dê karibin bi asanî Ezuem bikar bînin û di heman demê de pêş jî bixin.
rewanbej.net