Hejmara kursiyên nû yên hikûmeta herêmê diyar bûn

Jêdereke ji Partiya Demokratê Kurdistanê PDK taybet ji bo pêgeya fermî ya KDP.info aşkira kir ku tevahiya sandoqên dengan hatine hilbijartin û di encam da hejmara kursiyan jî diyar bûye. Li gor vî jêderî Partiya Demokratê Kurdistan di rêza yekem de ye û 743910 deng girtiye, eve jî dike 38 kursî û Tevgera Goran di rêza duwem de ye û 24 kursî biriye û Yekitiya Nîştîmanê Kurdistan jî 18 kursî bidest xistiye.
Li gor agehiyên vî jêderî dengên deng û kursiyên partiyan bi vî awayîne:
PDK: 743910 deng, 38 kursî .
Tevgera Goran: 475475 deng , 24 kursî.
YNK: 351303 deng , 18 kursî.
Yekgirtû Îslamî Kurdistan: 186153 deng, 10 kursî.
Komeley Îslamî: 118860 deng , 6 kursî.
Bizutnewey Îslamî: 21710 deng, 1 kursî.
Partiya Sosyalîstên Demokratên Kurdistan: 12400 deng, 1 kursî.
Partiya Komînistên Kurdistan: 12310 deng, 1 kursî.
Arasteya Sêyem: 8600 deng, 1 kursî.
Li dor zanyariyên vî jêderî dengên Turkmanan jî wehaye:
Lîsteya Pêşkeftina Turkman: 2 kursî.
Lîsteya Erbîl Al Turkmanî: 1 kursî.
Lîsteya guhertin û Nûbûn ya Turkmanî: 1 kursî.
Al Cebhe Turkmaniye: 1 kursî.
Lîsteya mesîhiyan jî weha ye:
Lîsteya Rafîdeyn: 2 kursî.
Lîsteya TCM’ Kildan, Suryanî û Aşurî: 2 kursî.
Lîsteya Abinآ Al Rafîdîn: 1 kursî.
Her weha li gor kotaya kêmineyan nûneriya Ermeniyan jî kursiyek bidest xistiye.
Jêder PNA