Helbest-Govend

Helbest-Govend

Hatin govendê zerî ji ber hindê ez vemam

Hejandin porên serî wan torîna min xulam

 

Gulav ji bejnê dipejin leqandin kêl û bejin

Wan rend û perî renga mil wek bihan dihejin

 

Şîrîna min lewendê were biçin govendê

Dest li bendê bigirîn ne zêdeyne ji vê çendê

 

Pê kêm nabin em nebîn lê fihête di gel nebîn

Em tev da bi hev re ne bila di agir de bîn

 

Em bigehîn rêza xwe vemalîn pirêza xwe

Hemî ji bûna yek doze her êk reng û xêza xwe

Hizirvan