Helbestên Xunav Altunê: Dilzîn

Helbestên Xunav Altunê: Dilzîn

Lokman Polat

Her ku diçe nivîskarên jin ên kurd zêde dibin. Di hêla afirandina berhemên edebî de nivîskarên jin ên kurd herî pir helbestan dinivîsin û berhemên helbestan diafirînin. Li şaîr-helbestvanên jin yek lê zêde bû; ew jî Xunav Altun e.

Xwendevan dikare bipirse bê Xunav Altun kî ye? Ji ku derê ye? Ez bi xwe nizanim. Weşanxaneya ku pirtûka wê a helbestan weşandiye di derbarê wê de du rêz jî nenivîsîne. Helbet ev jî amatoriya weşanxaneyên kurd dide nîşandan. Li cîhanê pîvanên weşangerîyê hene, lêbelê hinek weşanxaneyên kurdan van tiştan ciddî nagrin, binpê dikin û wek xwe dikin. Çawa dikin ew dizanin lê heqê me ê rexneyê jî heye ku em li vî tiştî rexne bigrin.

Pirtûka helbestan ya bi navê “Dilzîn” di nav weşanên “Ar”ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 63 rûpel e. Ev pirtûka nivîskara wê Xunav Altunê a yekem e yan pirtûkên wê yên din jî hene, ez nizanim. Hinek weşanxane teng difikirin (kî zane belkî hêj jî îlegalîte dikin ango bi mentalîteya îlegalîteyê tevdigerin û nivîskarên xwe bi xwendevanan nadine nasin.

Edebiyata kurdî a klasîk li ser bingeha helbestê hatiye pêkanîn. Di edebiyata kurdî a nûjen de jî şaxa herî xurt helbest e. Di nav jinên kurd yên nivîskar de jî piranî helbestvan in û herî pir pirtûkên wan ên helbestan hatine weşandin.

Helbestên Xunavê helbestên ji dil û ji nav kezeba şewtandî hatine nivîsîn. Helbest bêsernav in, lê belê li ser her helbestê reqemek heye. Bi tevahî sedûsî reqem in. 130 reqem weke sedûsî helbestên cuda ne. Naverokên helbestan jî curbecur in. Naverokên hinek helbestan jî wek şerît û werîsî lihevûdu hatine hunandin.

Pirtûka helbestan a Xunav Altun bi çarîneke manedar dest pê dike. Naveroka hinek helbestan felsefî ye, civakî ye, di hinekan de şîret heye, di hinekan de lome. Di helbestan de bedbînî û xweşbînî weke du rengên jiyanê û herweha evîn û jiyan têne rave kirin. Çavên evîndaran diçirisin, şewq didin…

Ji cildê Dilzînê

Di pirtûka helbestan a helbestvan Xunav Altunê de hinek helbestên du, sê rêz û gelek çarîn hene. Naveroka hemû helbestan baş û xweş in û helbestên xurt in, bi naverok in. Desthilatdar, serwer, dewlemend, ji civakê re û bi taybetî jî ji feqîr û belengazan re dibêjin; “şikra xwe bînin û bi hêvî bin” û malik li wan mîrat dikin. Ev mijara mîratkirinê bi zimanekî edebî, helbestkî gelek baş û xweş hatiye rave kirin.

Evîn û jiyan, dûrbûn û bêrî, lome ji dilê rezîl, hevûdunaskirin û evîndariya ji dil, tenêtî, lêgerîn, bêrî û hesret, tofana li ser dil û gelek tiştên din bi şêweyeke edebî, bi zimanekî hêsan û zelal bi hunera helbestê hatiye pêşkêş kirin.

Dema evîndar ji hevûdu dûr dikevin, hêstirên çavan dibarînin. Hêstirên çavên evîndaran di helbestên Xunav Xanimê de diherikin, têne xwarê. Evîn, mirin, bextreşî, jiyanek têkçûyî û gelek awirên curbecur bi rengên cuda di nav rêzên helbestan de têne rave kirin.

Xunav Altun helbestên xwe bi vezn û kafiye nenivîsîne, wê helbestên xwe bi forma serbest nivîsîne. Mijar û temaya helbestan, babetên wan bi giranî lomeyên evîndaran, jihevûduveqetandina evîndaran, piştî veqetandinê, jihevûducudabûnê, bêrî û hesreta evîndaran ya derbarê hevûdu re..

Di pirtûka Xunav Xanimê de helbestên gelek baş û xweş û herweha vatedar, bi mijareke siyasî û ramanên azadî ve gîrêdayî hene. Helbesta ku evîndarê keçika evîndar, şerkerê çekdar ji bo têkoşîna azadiyê ber bi çiyayan ve dimeşe, di hevûdudîtina wan ya dawîn de gotinên ku ji evîndara xwe re dibêje (binêrin helbesta reqem 28) hêjayê xwendinê û pesnê ye.

Ez vê helbesta ku ez pesnê wê didim nagrim vir. ji bo ku xwendevanên kurd meraq bikin û vê pirtûka hêja a helbestan bikirin û bixwînin, lewre ez helbestê li vir naweşînim. Helbestên din yên ku di pirtûkê de ne hemû jî gelek baş û xweş in, balkêş in û herweha hêjayê xwendinê ne.

Xunav Xanim bi berhema xwe ya edebî, ango bi helbestên xwe dibe dengê civaka kurd û ew di helbestên xwe de derd û kul, pirs û pirsgirêkên civakî, rewşa gelê kurd tîne zimên. Ew kurdên ku di welatê xwe de dibine penaber, wekî çûkên bêbask û bilbilên bêdeng, evîndarên ku xewnên jiyanê dijîn di helbestên Xunav Altun Xanimê de bi vegotina helbestî têne zimên edebiyata kurdî ya nûjen dewlemend dike.

Xwendevanên kurd ên ku ji xwendina helbestan hez dikin divê pirtûka helbestên Xunav Xanimê “Dilzîn” bikirin û bixwînin.

Kulturname.com