Helmut Kohl koça dawî kir

Helmut Kohl koça dawî kir

Serwezîrê berê yê Elmanya Helmut Kohl îro  koça dawî kir.
Sîyasetvanê navdar yê Elman, xwedan dewreke giring bû di nava siyadeta Elmanya û Ewrûpa de  Herweha di siyaseta cîhanê de jî kesekî nasyar bû.

Xala sereke ya Helmut Kohl di rûpelên dîrokê de dayî nivîsîn ew bû ku hilweşandina dîwarê Berlînê bi hostayî bîrek xist û di yekbûna Elmanya Rojhilat û Rojava de dewreka girîng leyîst.

Piştî yekbûna Elmanya Peykerê Helmut Kohl hate danîn.
Rojnamevanekî ji bo danîna peykerê wî dema xwest hizrê wî bizane Kohl weha bersiv dabû. \"Hun jî dizanin dema peykerek tê danîn pêşî çûk diçin ser serê wî û kûçik ji derdorê wî dûr nakevin. hun zanin bê herdû jî çidikin.\"

Helmut Kohl di dema hilweşandina dîwarê Berlînê de 10 bendên çareseriya yekbûna elmanya radestî parlemena Elmanya kirin. Paşê li Dresden ê axaftinek ji girseyên gel re kir û bandora xwe bi xurtî li ser gelê elman çêkir.