Hemû kes behsa dengê wê dike
Li Holandayê di pêşbirka behremendiyan de keçika bi navê Amira ya 9 salî ku ji bajarê Nijmegen hatibû, stranek ji operaya Puccini ya ji ’Gianni Schicci’ jeniya. Piştî bihîstina vî dengî hemû kesan got ku ev keçika 9 salî xudanê giyana hunermenda nemir Maria Callasê ye.
Ev operaya ku Amira jeniye di nava hefteyekê de li Youtube ji aliyê 10 milyon kesan ve hate guhdar kirin. Piştî vê pêşbirkê hunermendê navdar yê Holendî Andre Rieu jî Amira ji bo perwerdeyê vexwende dibistana xwe.
Eve jî dengê Amira ye ku di pêşbirka 26’ê Cotmehê de jeniya