Hemû pirtûkên Helîm Yusiv ji nûve têne çapkirin

Hemû pirtûkên Helîm Yusiv ji nûve têne çapkirin

Nivîskar Helîm Yûsiv beşdarî weşanxaneyê nû Peywend bû. Peywendê dest pê kir hemû pirtûkên Helûm Yûsiv ji nû ve çap dike. Ji wan sê heb çap kirin jî.

Weşanxaneya Peywend nû dest bi weşana xwe kir. Peywend ligel pirtûkên nû, hin pirtûkên nivîskaran ên berê hatine çapkirin jî çapa wan a nû dike û wan digire nava xwe. Yek ji wan Hesenê Metê ye ku weşanxaneyê çapa nû ya pirtûkên Metê yên bi navê “Epîlog”, “Tofan” û “Gotinên Gunehkar” kir. Ji bilî Hesenê Metê, yek ji nivîskarên kurd ê beşdarî Peywendê bû jî nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv e. Weşanxaneyê pirtûkên Helîm Yûsiv “Mirî Ranazin”, “Mêrê Avis” û “Jinên Qatên Bilind” çap kir û yên din jî di rêzê de ne. Her wiha di bihara pêşiya me de dê romana nû ya Helîm Yûsiv jî derkeve pêşberî xwendevanan.
Weşanxaneyê heta niha sê pirtûkên çîrokan “Mirî ranazin”, “Mêrê avis” û “Jinên qatên bilind” ên Helîm Yûsiv çapa wan ya nû kiriye û çapa nû ya romana “Gava ku masî tî dibin” jî bi rê de ye. Yên mayî jî wê biharê derkevin.

’Baweriya min bi rêveberên karê Peywendê heye’
Li ser ji nû ve çapkirina pirtûkan em bi Helîm Yûsiv re axivîn. Yûsiv ku pêşî pirtûkên wî li Avestayê, dûre li Lîs û niha jî li Peywendê dê derên û li ser pirsa “Çima derbasî weşanxaneyekî nû bûyî?” wisa got: “Ji 1996 ve ku pirtûka min a ’Mirî ranazin’ wekî yekem pirtûka min a bi kurdî bû û heta 2006’an ku romana min a ’Tirsa bê diran’ derket, dehan salan pirtûkên min ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve derketin. Ji ber ku Avesta kar û barê xwe bi rêk û pêk dikir, ez tu carî nedifikirîm ku weşanxaneya xwe biguherînim. Vê dawiyê, ji ber sedemên cuda, neçar mam ku weşanxaneyeke din bibînim. Bi vî awayî min weşanxaneya Lîsê hilbijart. Di vê navberê re çapa yekem ji pirtûkên min qediya û diviyabû ez çapa duyem ji berhemên xwe derxînim. Di heman demê de, di derbarê avakirina weşanxaneyeke nû de, ku bi awayekî profesyonel kar bike, hatim agahdarkirin. Ev weşanxane jî Peywend bû, ku ji nû ve dest bi çapkirina berhemên min kiriye. Baweriya min bi birêveberên karê Peywendê heye ku wê heta radeyekê weşangeriya kurdî derbasî qonaxeke nû bikin.”

Hestên bav û zarokan
Ji weşanxaneyeke derbasbûna yeka din hesteke cuda ye. Li ser pirsa me ya di vî warî de jî Yûsiv wisa dibêje: “Mirî ranazin” yek ji pirtûkên destpêkê yên Weşanxaneya Avestayê bû. Gava min çîrokên wê ji bo çapê amade kirin, wê gavê Avesta di qonaxa avakirinê de bû. Niha jî “Mirî ranazin”, çapa nû, bû yek ji pirtûkên destpêkê yê weşanxaneya Peywendê. Ji bo min ev her du weşanxane, du qonaxên cuda ne. Wisa jî xwedî du hestên cihê ne. Bi kurtayî. Piştî rakirina qedexekirina li ser kurdî li Tirkiyê û li Bakur, avakirina Avestayê, wekî weşanxaneyeke nû û pê re jî derketina yekem pirtûka min a bi kurdî, kêfek da min, wisa dişibe kêfa bavekî bi yekem zaroka wî. Ez xwe xwedî şens dibînim ku bi berhemên xwe beşdarî wê qonaxa destpêkê ya jidayikbûna pirtûkên kurdî ên xweşik û “legal” bûm. Niha rewş cuda ye. Me zêdeyî bîst salan li pey xwe hiştiye. Zarokên wê demê mezin bûn. Bûne bûk û zava. Bûne dê û bav. Derketina hemû berhemên min ji nû ve, ji hêla Peywendê ve, hestên bavekî ku zarokên xwe dizewicîne û wan bi jin û mal dike. Qonaxeke nû ye. Hest in xweş in, lê ji wan hestên qonaxa din gelekî cudane ”

Romana nû biharê tê
Em dibihîzin ku Yûsiv li ser romana xwe ya nû dixebite û bi vî awayî bersiva pirsa me ya li ser romanê dide: “Romana min a nû ber bi qedandinê ve diçe. Hêviya min ew e, ku romana min a nû jî bi qedandina weşandina hemû berhemên min re bê weşandin.” Wisa diyar e ku romana wî ya nû dê bahara 2014’an de bê weşandin.

 

Çavkanî: Hawarnet