Hemwelatiyek ji Duhokê bi boneya pera hate kuştin

Hemwelatiyek ji Duhokê bi boneya pera hate kuştin

Hemwelatiyek ji Duhokê bi navê Faris Alî di encama nexş û pîlanekê de ji bo pera hate kuştin.
Hemwelatiyê bi navê Faris Alî ku bi xwe ji Duhokê bû û bavê 2 zarokan bû ji roja înê ve winda bû. Dihunê (15.03.2014) ê meytê Faris Alî li ser rêka Duhok û Zaxo hate dîtin.
Li gorî zanyariyên malbatê hate derbirîn ku roja înê ji aliyê hindek kesên nenasve hatiye gazîkirin û 60 hezar dolar pere jê hatiye xwestin. Diyar dibe ku bi sedema karkirinê pere jê hatine xwestin. Faris Alî piştî ku roja înê çû civana bi van kesan re êdî agahî jê nehate wergirtin. Di encama lêgerînê û lêpirsîna asayişê de termê Faris Alî dihunê li ser rêka Duhok û Zaxo hate dîtin. Kujerên Faris Alî him pereyên wî birine him jî ew kuştine. Hetanî neha kujerên Faris Alî nehatine dîtin.

 

Rewanbej.net