Henekên xwe bi Drogba kirin

Henekên xwe bi Drogba kirin

Yarîzanê fitbolîstê tîma Galatasaraya Tirkiyê Didier Drogba di reklama firmayekê cilên binî an ku derpêyan de cih girt. Ji ber vê li welatê wî karîkaturê wî hate çêkirin û bû mijara henekan.

Çend roj beriya niha yarîzan Didier Drogba, bi firmayekê cilên binî an ku ya derpêkurtan re li hev kir ku reklama wan de cîh bigre. Ev mijar li welatê wî République de Côte d’Ivoire de bû rojeva karîkaturan.

Roja 12 Cotmehê welatê wî digel Senegalê derdikeve pêşbaziyê û di karîkaturê de yarîzanê Senegalî formaya li ber xwe dide Drogba û ew jî derpiyê xwe dide yê Senegalî. Li ser karîkaturê de jî Drogba dibêje yarîzanê din: ’’Em derpiyê xwe biguherin.’’