Her 6 tawanbarên bûyera rûreşiyê hatin girtin

Her 6 tawanbarên bûyera rûreşiyê hatin girtin

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê girtina wan her 6 kesan ragehand ku êvara duşembê (06.01.2014) tecawizî keçeke temen 16 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê kiribûn ku li super marketekê kar dikir.

Di beyannameya Asayîşa Hewlêrê tê gotin: ’’Di êvara 06.01.2014’an de keçeke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê û temen 16 salî doz vekir ku ji aliyê çend kesan ve hatiye revandin û destdirêjiya wê kirine.’’

Beyanname wiha berdewam dike: ’’Me jî ji aliyê tîmên lêkolînê û pispor ve bi hevkariya polîsên Hewlêrê, dest bi lêkolîn ê şopandineke berfireh kir û me karî wan kesan destnîşan bikin ku 6 kes bûn, şeva borî (08.01.2014), me karî hemûyan bigirin û li tawanê xwe mikur hatine û radestî polîs hatine kirin.’’

Saet 7’ê êvara duşembê (06.01.2014), li bajarê Hewlêrê keçeke 16 salî ya Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê 6 kesan ve bi zorê hat revandin û piştre tecawizî wê dikin. Li gor agahiyan keçika temen 16 salî ji ber nebûn û koçberiyê li super marketeke Hewlêrê kar dikir û ew bi xwe jî wiha dibêje: ’’Dema ez ji kar vedigerima mala xwe, hinek xortan ez xistim nav otomobîlekê, çavên min girêdan û piştre ez birim derveyê bajarê Hewlêrê.’’

Ew keç wiha qala bûyera ne însanî û dijî hemû prensîban dike: ’’Destpêkê 3 ciwan bûn û piştre 4 kesên din jî hatin û 3 kesan ji wan jî tecawizî min kirin.’’