Herdu encûmenên Rojava beşdarî Cenevre-2 dibin

Herdu encûmenên Rojava beşdarî Cenevre-2 dibin

Encûmena Gel a Rojava û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê lihev kirin daku be yek şandê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin. Civînên Encûmena Gel a Rojava û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera wan û vekirina rûpelekî nû berdewam in.

Civînan ku Sêşemba borî bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna herdu siyasetmedarên Kurd Leyla Zana û Osman Baydemir dest pê kirin, doh cara duyem civiyan û îro jî berdewam bûn.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyeke nêzîkê civînan gehiştine BasNewsê, herdu encûmenên Kurdî li ser wê yekê lihev kirin ku bi yek helwêst beşdarî civîna Cenevre-2 bibin, lê belê di rûniştinan de nerînên cuda li ser birêvebirina bajarên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û beşdarbûna Encûmena Niştimanî ya Kurdî di vê rêveberiya ku berê ji aliyê PYD’ê ve hatibû ragehandin, derketine holê.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ’’Encûmena Niştimanî ya Kurdî dê beşdarî wê rêveberiyê bibe, lê bi şertê pişkên îdarî ligel PYD’ê wek hev bin, lê PYD’ê ev merc red kir. Herwiha PYD ji aliyê xwe ve daxwaza birêvebirina kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê dike.’’

Li gor çavdêrên siyasî, di vê qonaxa hestyar a ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe divê aliyên Kurdî di nav xwe de bigihin rêkeftinekê, lê hinek jî rêkeftina partiyên Kurdî dûr dibînin, sedema wê jî bi destêwerdana rejîma Sûriyê û hinek aliyên herêmî wek Îran û Tirkiyê ve girêdidin ku tedaxula karûbarên wan dikin.

Derheqa mijarê de Berpirsê Ragehandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nûrî Brîmo ji BasNewsê re got: ’’PYD pêdagir ku bi awayekî yekalî ligel biryarên peywendîdar bi çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê de tevbigere û hîç aliyekî wek hevbeş qebûl nake bi taybetî civînên bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê birêve diçin ku pêgeheke wî ya taybet di nav Kurdên Rojava de heye.’’

Brîmo pêşbînî kir ku eger heye ji bo yekxistina nav mala Kurdan Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nermbûnê pêşan bide û wiha axifî: ’’Encûmena Niştimanî ya Kurdî dixwaze ligel Encûmena Gel a Rojava di rêvebirina Rojavayê Kurdistanê de hevbeş be û evna şertê wê ye.’’

Berdevkê Encûmena Gel a Rojava Şêrzad Yezîdî jî derbarê vê meseleyê de got: ’’Ev civînên han derfeta dawî ne daku aliyên Kurdî nakokiyên navbera xwe çareser bikin û bigihin rêkeftinekê. Niha tişta herdu aliyan li ser lihev kiriye ew e ku bi şandekê beşdarî Cenevre-2 bibin. Kurd bi yek helwêstê beşdarî civîna Cenevre-2 dibin, eger yek nûner jî ji mixalefetê bo civînê bê vexwendin.’’

Yezîdî axaftina xwe wiha qedand: ’’Gotûbêj berdewam in, lê belê hê negehiştine tu encamekê, hêviyeke zêde heye daku herdu alî bigihin rêkeftinekê û Desteya Bilind a Kurdî aktîf bibe, herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurdî beşdarî rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê bibe.’

Basnews