Hêroxan: Kî propagandayê xerap li dijî Mam Celal bike bila bibe qurbanê wî

Hêroxan: Kî propagandayê xerap li dijî Mam Celal bike bila bibe qurbanê wî

Li Başûrê Kurdistanê kar û çalakiyên propagandaya hilbijartinê bi dawî bû û êdî her kes çaverêyê hilbijartinane. Îro karmendên ewlekariyê, nexweş û girtî li herêmê dengên xwe bi kar dihînin. Di roja 21 ê vê mehê de jî hilbijartinên parlamentoyê hene. Di dema mîtîng û çalakiyên hilbijartinê de jî rikberiya di navbera partiyan de derkete pêş. Bi taybet gotinên Yekîtî Nîştîman û Tevgera Goran mohra xwe li binî van rikberiyan da.

Di çarçoveya propagandaya hilbijartinan de doh li Silêmaniyê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê ahengek saz kir. Bi hezaran kes beşdarê ahengê bûn. Di ahengên de hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed, ku endamê mekteba siyasî û berpirsê malbenda yek ya Silêmanî ye, li ser navê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê gotarek pêşkêş kir. Hêroxan di nava gotara xwe de gotinên Tevgera Goran yên li Dijî Mam Celal jî rexne kir û got: “Her kesê propagandayê xerap li dijî Mam Celal bike bila bibe qurbanê wî “.

Eve demeke dirêje ku Mam Celal li Almanya di bin çavderiya bijîşkan de ye û çi agehiyek sererast der barê wî de nayê girtin. Hêro Îbrahîm Ehmed  der barê tendirustiya Mam Celal de jî got: “Mam Celal bi vê coşa we dilxweşe, spas ji bo xwedê tendirustiya wî gelek başe”.