Hêroxan saziyên giring xistine bin destê xwe

Hêroxan saziyên giring xistine bin destê xwe

Hêdî-hêdî krîza rêveberiya nav Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdîstanê (YNK) xwe dide pêş. Piştî encamên hilbijartinên herêmê ku YNK weke partiya sêyem derket û şkestek giran xwarçavê rayagîştî li ser helwesta rêveberiya YNK bû. Dihête gotin ku hevjîna Celal Talebanî û endama polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed saziyên girîng yên mîna saziya Darayî, Zanyarî, Pêşmerge û Pêwendiyên Derve yên YNKê xistiye bin destê xwe. Ji ber vê jî di nava YNK de alozî kûrtir dibe.

Malpera Rudaw di nûçeyekê de rewşa YNK’ê nivîsî û diyar kir ku rewş aloz e, ji ber vê yekê hevjîna Celal Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed ku berpirsa Melbenda yekem ya YNKê li Silêmaniyê bû û çend roj berî dest ji kar berda, lê Hêroxan çend saziyên giring yên YNK di bin destê xwe de digre.

Li gor nûçeya Rudawê jêderekî ji nav polîtburoya YNKê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, gotiye ku, sedema destberdana Hêro Îbrahîm ji serokatiya melbenda Silêmaniyê girêdayî şkestina YNK’ê li Silêmaniyê nîne lê li ser daxwaza xûşka xwe Şanaz Îbrahîm ( nûnera YNKê li Brîtanya) ev kar kiriye û niha jî vegeriyaye Kurdistanê.

Wî jêderî daye zanîn ku, YK amadekariya kongrê dike û Hêro xanim jî naxwaze meydanê ji tu kesî re vala bike û hewl dide wan saziyên hestiyar yên mîna Darayî, Zanyarî, Pêşmerge û Pêwendiyên Derve yên ku ji aliyê Talebanî ve dihat çavdêrîkirin, bixe bin kontrola xwe.

Li gor nûçeya malpera Rudawê piştî aşkerebûna rewşa YNK’ê ya di hilbijartinan de, dê der barê hindek berpirsên YNK de lêpirsîn dest pê bike û dê ji kar bên dûrxistin. Lê van berpirsan ragihandine ku ew amade ne dest ji karê xwe berdin.

Nûçe dîbêje çav li rêye ku îro di civîna encumena serokatiya YNKê de dê biryarên girîng bêne dayîn. Amadekarşya civîna encumena serokatiyê hatiye kirin û lêjneyek 4 kesî ku ji 2 endamên polîtburo û 2 endamên encumenê pêk dihêt, raporek li ser rewşa YNKê û sedemên şikestina wê di hilbijartinan de amade kiriye.

Sebaret vê babetê Arif Ruşdî li ser rapora lêjneyê agahî daye Rûdawê û gotiye ku, wan digel xelkê li ser rewşa niha ya YNKê axiviye, her wiha wan sûd ji medyaya civakî mîna Facebook, Twitter, saziyên ragihandinê û rapor û nûçeyên li ser YNKê hatine belavkirin, girtiye.

Arif Ruşdî li ser sedemên şikestina YNK’ê di hilbijartinan de jî axivşye û diyar kiriye ku YNK partiyeke mezin e û dîroka wê dûr û dirêj e û dikare dîsa rabe ser piyan. Ruşdî gotiye ku eve ne dawiya cîhanê ye.

Berdevkê YNK’ê Azad Cundiyanî jî diyar kiriye ku di nav YNK’ê de kirîza kûr a rêveberiyê heye û ragihandiye ku, sedemên şikestina YNK’ê di hilbijartinan de yek û du nînin ji ber ku gelek sedem hene lê ya herî girîng kirîza rêveberiyê ye. Cundiyanî her wiha gotiye, di rapora lêjneyê de tenê sedemên şikestinê cî nagire, ji ber ku nexşerêya paşeroja YNKê jî tê de heye.