Hevdîtinên Filistîn û Îsraîlê destpê kirin

Hevdîtinên Filistîn û Îsraîlê destpê kirin

Piştî ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû daxuyand ku ev dê 104 girtiyên Filistînî azad bike û biryara hevdîtinên aşitiyê di parlemena Îsraîlê de hate erê kirin hevdîtina di nevbera aliyan de destpêkir. Hevdîtina yekem li Washingtonê pêk hat û nûnerên aliyan û yên Emerîkayê jî amade bûn.

Hevdîtinên aştiyê yên di navbera Filistîn û Îsraîlê de ku beriya 3 salan xitimîbû, ji nêve destpêkirin. hevdîtina yekem bi xwarina fitarê ya duh êvarê pêk hat. Di hevdîtinê de nûnerên Fîlîstîn û Îsraîlê di gel wezîrê karên derve yê Emerîkayê John Kery amade bûn.

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê Kery axaftinek kir û got eve gavek dîrokî ye. Li gor daxuyaniyên fermî  hevdîtin dê îro jî berdewam bin. Rawêjkarê wezareta karên derve yê Emerîkayê Jen Psakî da zanîn ku eve destpêka hevdîtinane û ji bo berdewamkirina hevdîtinan pêngavek erêniye. Îro li gor dema Emerîkayê dê bi beşdarbûna Kery hevdîtinek sê alî bihête encamdan.

Di hevdîtinan de babetên giring yên her du aliyan rewşa waregehên Cihûyan û ya panberên Fîlîstînî ye. Dihête hêvîkirin ku Îsraîl di encama hevdîtina de girtiyên Filistînî azad bike.